‘Li dijî pirsgirêkan rêxistinbûna xwendekaran girîng e’

  • 09:03 25 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Bi krîza aborî re pirsgirêkên starbûnê ya xwendekaran jî didome. Xwendekara zanîngehê Fadîme Ozdemîr, diyar kir ku xwendekaran neçarî yurdên tarîkat-cemaetan dikin û li dijî vê rêxistinbûna xwendekaran girîng e.
 
Pirsgisrêkên xwendekarên zanîngehê didome. Ji ber kêmbûna yurdên KYK’ê xwendekar nikarin bicih bibin û li xanî yurdên bi pere bicih dibin. Ji ber krîza aborî  bihayên xaniyan jî gelek zêde ne. Xwendekarên li yurdan bicih nabin neçar dimînin di xaniyên kirê de an jî bi yurdên tarîkat-cemaetê de bimînin. Xwendekara zanîngehê Fadîme Ozdemîr diyar kir ku desthilatdarî pirsgirêka starbûnê ya xwendekaran çareser nake û  divê li dijî van pirsgirêkan xwendekar xwe rêxistin bikin.”
 
‘Desthilatdarî çareseriyê pêk nayne’
 
Fadîme xwendekara pola 4’an a Zanîngeha Egeyê Beşa Têkiliyên Navneteweyî dixwîne. Fadîmeyê balkişand ser krîza starbûnê ya xwendekaran û got ev rewş girêdayê krîza aborî ya li welate û wiha  vegot: “Çend alternatîfên xwendekaran hene. Yek yurdên KYK’ê. Lê ev jî bi sînorin. Yurdên nû venakin. Nivînên odeyên yurdên KYK’yan zêde dikin. ji xwe çûyîna KYK’yan jî wisa ne hêsane. Gelek xwendekar serî lê didin. Ev demek xwendekaran ji xwe re rêyek dîtine. 5-6 kes li heman malê dimînin. Ji xwe re dikin yurd.”
 
‘Xwendekar diçin yurdên tarîkat-cemawetan’
 
Fadîmeyê daxuyakirin ku ev rewş ne bê çareseriye û wiha da zanîn: “Gelek avahiyên vala yên aydê dewletê û her wiha ereziyên vala yên dewletê ku dikarin yurdan çêbikin hene. Lê mixabin vê nakin. Fatureya krîzê li xwendekaran tê birîn. Xwendekaran bê derfet dihêlin.  Di vê nokteyê de jî serî li yurdên tarîkat-cemaetan didin. Lê zextên wir jî em hemû dizanin. Mînak Enes Kara çend sal berê ku li yurda tarîkat-cematê diman întîxar ir. Her kes zextên wir dizanin.”
 
‘Xwendekar bi gazinc in’
 
Fadîmeyê bi lêv kir ku demên dawî de li zanîngehan gelek zem hatine kirin û xwendekaran îsal bi zema xwarinê dest bi perwerdê kirine û ev tişt anî ziman: “Li zanîngeha Ege, Dakuz Eylul û Demokasiyê li xwarinê zem kirin. Tevgerên biçûk çêbûn. Li dijî zema çalakî û kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Bêguman divê ev bê berdewam kirin.Xwendekar nikarin biçin şanoyê, konsere. Cihê lê bimînin tuneye, debare nebaşe, nikarin xwedî bibin. Rastiyek wisa heye. Zanîngeh ne tenê xwendine. Em di şertên bê ewle de ne. Ji bo me xwendekaran rêxistinbûn gelek girîng e.”