Karta xwendekariyê nadin yên ku SGK wan hebe!

  • 09:02 25 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
BURSA - Li Bursayê ku yek ji bajarên di alî veguhestinê de pir biha ye, li gorî bajarên din ji bo xwendekarên Fakulteya Hîndekariya ji derve de şerta ‘divê qeyda wan ya SGK’ê tune be’ anîn. Ji ber vê sedemê gelek xwendekar ji Karta bihayê wê kêmkirî fêdeyê nagirin.
 
Bi giranbûna krîza aboarî re welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bînin cih û yên din jî bûne luks. Bi bihabûna benzînê re ji bo veguhestinê jî zem li ser zemê tê kirin û li gelek bajaran ev wek pirsgirêka mezin dertê holê. Ji bo welatiyên ku karta wan ya ku bihayê wê hinek keme hinek be jî bar sivik dike. Lê welatiyên din ji sedî 10 mûçeyên asgarî didin heqê rê.
 
Yek ji bajarê herî biha
 
Yek ji bajarê di alî veguhestinê de yê herî biha yê Tiriyeyê Bursa ye. Şîrketa BURULAŞ a veguhestina komî ya girêdayê şaredariya AKP’î ya Bursayê bi biryara ku girtiye xwendekarên Fukulteya Hîndekariya ji derve de ji Karta  xwendekariyê ya erzan fêdeyê nagirin. Bileta tam li bajar 13.50 lîraye û veguhestin veguheriye krîzê.  Li bajarên din di serlêdana ‘Karta xwendekariyê de’ şerta qeyda SGK’ê nayê xwestin.
Der barê mijarê de me xwe gîhan rayedarekî Serokatiya Daîreya Veguhestinê û diyar kir ku ev biryar bi yek dengî hatiye girtin û wê wisa bidome.
 
Ji navenda Bursayê heta navçeyekê yek biletek tam heta 63 lîra derdikeve. Ji termînalê heta Înegolê bileta tam 63 TL ye.  Navbera Mustafakemalpaşa û Kuçuksanayî jî bileta kesekî ya ji bo yek carê 72 TL ye.
 
Şaredarê Bursayê yê AKP’î di hilbijartinên 2019’an de ji sedî 49.6 deng girtibû.