ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 25 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Parêzer Sûzan Akîpa bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de chê sûc e. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê Kurd tê xespkirin û qeyûmên hatine tayînkirin negihaştine armanca xwe.  DÎMEN HEYE
 
*Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a ku bi rih û ahenga têkoşîna xwe, ji bo rûmeta nirxên jinê û civakê li berxwe da, di Cotmeha 1992'yan de heta guleya xwe ya dawî şer kir û teslîm nebû. Jina serhildêr, Bêrîtanê ya teslîm nebû û xwe ji ser zinarê avêt, mîrateyeke mezin li dû xwe hişt.
 
* Bi krîza aborî re pirsgirêkên starbûnê ya xwendekaran jî didome. Xwendekara zanîngehê Fadîme Ozdemîr, diyar kir ku xwendekaran neçarî yurdên tarîkat-cemaetan dikin û li dijî vê rêxistinbûna xwendekaran girîng e. BI DÎMEN 
 
*Li Bursayê ku yek ji bajarên di alî veguhestinê de pir biha ye, li gorî bajarên din ji bo xwendekarên Fakulteya Hîndekariya ji derve de şerta ‘divê qeyda wan ya SGK’ê tune be’ anîn. Ji ber vê sedemê gelek xwendekar ji Karta bihayê wê kêmkirî fêdeyê nagirin.