Li qawîşên Girtîgeha Şakranê ranza tên zêdekirin

  • 16:33 24 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li girtîgeha Jinan a Şakranê ku girtiyên siyasî lê dimînin li qawîşên ji bo 2 kesî ranzayê sêyem tê zêdekirin. Girtiyan diyar kir ku bi van pêanînan dikare hejmara li qawîşan bigihîşe 39 kesî û bi vê re dê hîjyen li qawîşan ne pêkan be.
 
Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan 11 girtiyên nexweş hene. Ji van yek jê jî Fatma Ozbay e ku tedawiya penceşêra memikê dibîne. Herwiha Aynûr Eplî jî di sutiyê wê de tumor heye.