TJA’yê li dijî êrîşan dar çand

  • 14:56 24 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de li dijî tecrît, kirkirina xwezayê, tundiya ser jinê û şerê Rojavayê Kurdistan û Filistînê li Baxçeyê Hewselê çalakiya çandina daran li dar xistin û daxuyanî dan. Sevîlay diyar kir tecrîda li ser Abdullah Ocalan kûrtir dibe.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  di 15’ê Îlonê de li Rihayê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” deklerasyona kampanyaya ku da destpêkirin ragihand û li Sîlopiya Şirnexê starta wê hat dayîn. Piştre li gelek bajaran der barê kampanyayê de gelek çalakî û daxuyanî hat dayîn. Li Baxçeyê Hewselê di çarçoveya kampanyayê de li dijî tecrît, qirkirina xwezayê, tundiya li ser jinê û şerê Rojavayê Kurdistan û Filistînê li Baxçeya Hewselê çalakiya çandina daran li dar xist û daxuyanî hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî çalakiyê bûn.
 
Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk a Amedê (DBP) Sultan Yaray, daxuyanî xwend.
 
‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan kûrtir dibe’
 
 
Sultanê diyar kir ku i sedsala 21'ê de, li hember kapîtalîzma mêrperest, dagirkerî, mêtingerî û baviksalariyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa ji hêla jinên Kurd ve tê dayin. Sultanê anî ziman ji hêla desthilatiya dagirker ve bi dehan salan e şerekî qirêj li ser gelê Kurd û erdnîgariya gelê Kurd tê meşandin û wiha berdewam kir: “Di vî şerê ku bi rêbaza taybet tê meşandin de ji bêparhiştina ji perwerdehiya bi zimanê dayikê, nasname û çandê bigire, heta tundiya li ser jinê, ji teşwîqkirina ciwanan a hişbirê, heta belavkirina fihûşê, ji gefa cezadayinê û hepiskirinê heta xizanhiştinê, ji rûxandina berhemên dîrokî heta wêrankirina ekolojiyê ji her hêlî ve êrîşên desthilatdariya faşîst bê navber hatine domandin. Helbet tê dîtin ku ev êrîşên pirhalî ku li ser jinê, li ser civakê û li ser hemû erdnîgariya me pêk tên encamên rejîma tecrîdê ku li Îmraliyê tên sepandin in. Her ku polîtîkayên tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî çaryeka sedsalê ye tên meşandin kûrtir dibin, di serî de qirkirina li ser jinê, pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk jî di heman rêjeyê de kûrtir dibin. Wekî me anî ziman, bi taybetî rûxandina xwezayê teşwîqkirina fihûş û bikaranîna tiryakê, lêferzkirina sîxuriyê, tecawiz û her cure îstîsmarkirina zarokan ji rêbazên şerên taybet çend mînak in. Civat di bin tecrîdê de ye.”
 
‘Li dijî şer em aştiyê diparêzin’
 
Sultanê daxuyand ku ew wek jinên Kurd li dijî desthilatdariya baviksalar a xwediyê zihniyeta mêrperest bêdeng namînin û têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û ekolojîk û wekhev wê dewam bikin. Sultanê da nîşandan ku ew parastina xwezayî dikin û li hember şer disekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî tê dîtin di serî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gelek deverên cîhanê şer çêdibin û bi vê re her cure mêtingerî, bişavtin, koçkirin, xizanî, dagirkerî û sûcên herî giran ên li hember mirovan tên kirin. Ji ber rejîmên faşîst ên mêr hewl didin bibin îktidar loma jî şer çêdibin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe êrişa li dijî sîvîlan nayê qebûlkirin û kuştina sîvîlan sûcê mirovahiyê ye. Li dijî şer em aştiyê diparêzin. Em jin bi hev re li hember şer, li hember hişmendiya mêrperest têbikoşin, xwezayê biparêzin,  jinan biparêzin, jiyanê biparêzin, azadiya jinan mezin  bikin. Jiyanê şîn bikin û dara jiyanê biçînin. Werin em tev bi hev re li her derê û her demê biqîrin; Bi ‘Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê ve’ Bila li Rojava, Afganistan û Filistinê û li tu derê cîhanê balafir nefirin. Ji bo zarok û jinên li Rojava, Filistin û Afganistanê û li her welatên cîhanê, em darekê biçînin da ku zarok û jin bijîn.”
 
‘Divê em zimanê aştiyê bilind bikin’
 
Piştî daxuyaniyê Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Sevilay Çelenk axivî û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn bûye wek gogek agir û ya li hemberî vê bisekine jî jin e. Sevîlay da xuyakirin ku şer xwe her tim nûjen dike û bi hezaran balafirên bê mirov tên çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Vê demê divê em zimanê aştiyê bilind bikin. Em naxwazin ku zarokên me biçin pêşiya şer. Serdestê şer tune ye. Jin zarok û gel tu carî di şer de ser nakeve.”
 
‘Şer li dijî xwezayê ye’
 
Sevîlayê diyar kir ku pêwîst e ew daxwaz û mafên xwe yên jiyanê biparêzin. Sevîlay daxuyand ku jinên Rojhilat, Rojava û Bakur jî vê yekê dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji xeynî aştiyê xurttir tu tiştek tune ye. Em ê îro ji bo vê yekê daran biçînin. Herwiha kapîtalîzm xwe bi qirkirina xwezayê bi rê ve dibe. Şer li hemberî xwezayê ye û em jî li hemberî şer in.”
 
Piştî axaftinan jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û bi kilaman darên bi navê ”Jiyanê” çandin.