15 sal cezayê hefsê ji Bîrsen Guneş re dihat xwestin beraet kir

  • 13:11 24 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
AMED - Ji bo endama Meclisa Şaredariya Sûrê Bîrsen Guneş ku ji peywirê hatibû girtin heta 15 salan cezayê hefsê dihat xwestin lê Bîrsen beraet kir. 
 
Endama Meclisa Şaredariya Sûr a Amedê ya HDP’î Bîrsen Guneş piştî tayînkirina qeyûm ji peywirê hatibû girtin û derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Bîrsen, ji ber tevlibûna xebat û çalakiyên partiya xwe dihat sûcdarkirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Bîrsen û parêzerê xwe Orhan Sicakyuz di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger, mutalaaya xwe ya di danişîna din de dubare kir ku dixwest Bîrsen were cezakirin. Parêzerê Bîrsen Guneş, Orhan Sicakyuz jî li dijî mutalaayê parastin kir û da zanîn ku çalakî û xwepêşandanên ku miwekîla wê tev li bûye, dikevin çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê. Orhan Sicakyuz, daxwaza beraeta miwekîla xwe kir. Bîrsen jî tawanbariyên heyî red kir û xwest beraet bibe. 
 
Dadgehê, ji bo Bîrsenê biryara beraetê da.