Edîtora Xwebûnê Nafiye Bal hat berdan

  • 12:18 24 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal hat berdan.
 
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik hat destpêkirin de, duh danê nîvro di serdegirtina mala wê ya Amedê de hat binçavkirin. Nafiye ya ku sewqî edliyeyê hat kirin, bi biryara dozgeriyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa TEM'ê ya Amedê. Îro piştî îfadeyên wê hat girtin sewqê edliyê hat kirin.
 
Edîrota Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê serbest hat berdan.