Ji bo rûniştina doza rojnameger Dîcle Muftuoglu bang!

  • 09:06 24 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rojnameger û rêxistinên kedê têkildarî rûniştina doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû ya ku wê di 7’ê Kanûnê de bê lidarxistin bang li hempîşeyên xwe kirin û gotin, “Ji bo çapemeniya azad divê civakek rêxistinkirî hebe. Pir girîng e ku her rojnamevan beşdarî rûniştina Dîcle Mûftûoglû bibe û piştgirî bide da ku bikaribe nivîs, fikir û ramanên xwe biparêze. “Em ê bi hemû hêza xwe li her cihê ku dengê me bigihêyê, daxwazên hempîşeyên xwe bînin ziman.
 
Hikûmet polîtîkayên xwe yên êrîş, binçavkirin û girtinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ku bi salan e ji ragihandina rastiyan ji civakê re gav paşde neavêtiye didomîne. Li hemberî van hemû êrîşan pênûsa çapemeniya Kurd a şopandina heqîqetê roj bi roj xurtir dibe. Di heman demê de kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku bi feraseta azadiya jinê li dijî ziman, zîhniyet û nêrîna mêr weşanê dike, her tim ragihandina rastiyan ji bo civakê bi awayekî herî wêrek didomîne. Çapemeniya Kurd a ku mîrateya ji Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Nagihan Akarsel û Musa Anter wergirtiye, di sala 2023’an de bi îdianameyên vala yên ku hatibûn amadekirin, di bin dorpêça darazê ya hikûmetê de ma. Herî dawî yek ji xebatkarên Çapemeniya Azad ku hat binçavkirin û girtin Hevseroka Koeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ye.
 
Têkildarî doza Dîcleyê ku wê di 7'ê Kanûnê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin û êrîşên dewletê yên li hemberî çapemeniya Kurd, nûçegihana MA'yê Esra Solîn Dal û Sekretera Giştî ya Sendîkaya Xebatkarên Weşaangerî û Çapemeniyê ya Tirk (DÎSK) Ozge Yurttaş ji JINNEWS'ê re nirxandin kirin.
 
Hilgira kevneşopiya pêşeng: Çapemeniya Azad
 
Solînê, da zanîn ku bi salan e zextên mezin li ser çapemeniya Kurd tên meşandin û got ku bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de ev zext gihiştine lûtkeyê. Solînê anî ziman ku çapemeniya kurd ji kevneşopiyeke gelekî kûr tê û wiha got: “Çapemeniya kurd çapemeniyeke xwedî mîrateya mirovên hêja yên wekî Musa Anter, Gurbetelli Ersöz û Nagihan Akarsel e û ji ber vê hertim bûye hedefa mekanîzmaya dewletê. Mirov dikare bibêje ku gelek sedemên vê yekê hene. Ji ber ku çapemeniya Azad li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê bûye şahidê  gelek binpêkirinên mafên mirovan e,  Kevneşopiya Çapemeniya Azad di warê eşkerekirina kuştinên kiryar nediyar de ku li bakurê Kurdistanê bi taybetî di salên 90’î de pêk hatin, roleke girîng lîst. Em dizanin ku di wan deman de gelek xebatkarên çapemeniya Aza li kolanan hatin qetilkirin. "Rojnameyên wan hatin bombekirin û kovarên wan hatin girtin," 
 
'Zextên li dijî çapemeniya kurd bi dawî nebûn'
 
Solînê, anî ziman ku polîtîkayên zextê bi salan e berdewam dikin û got, “Em dibînin ku JINNEWS gelek caran bi astengiyên weşanê re rû bi rû maye. Gelek nûçeyên wê hatin astengkirin. "Mixabin, ev hemû hê jî berdewam dikin."  Solînê, anî ziman ku di salên 90'î de rojnameger ji aliyê "hin hêzan" ve hatin qetilkirin û got, "Hîna jî rojnamegerên kurd an bi ser malên wan de tê gitin an jî ji ber nûçeyên ku çêdikin û parve dikin tên darizadn û gitin.  Me hemûyan bi hezaran caran dîtiye ku kesek dema nûçeyekê dişopîne gelek caran bi tacîza polîsan re rûbirû dimîne. Ji ber ku ez jî wek nûçegîhan  dema nûçeyên li qadê dişopînim rasterast bi van pêkanînan re rû bi rû dimînim. Di cih de der barê me de lêpirsîn tê vekirin û em tên binçavkirin." Solîn girtina Dîcle û rojnamegerên din ên di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê dehatin girtin jî nirxand û got, "Em dibînin ku di îdianameyên hevalên me yên rojnameger de tenê axaftinên bi telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine, weke 'hêmanên sûc' hatine nîşandan.  Ev bi rastî jî nîşaneya wê yekê ye ku siyaseta bêdengkirin û zexta li ser çapemeniya Kurd di asta herî jor de ye."
 
Banga piştevaniyê hat kirin
 
Solînê, diyar kir ku bi taybetî êrîşên li hemberî çapemeniya Kurd jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û wiha got: "Çapemeniya Kurd dibêje, gelê ku 'dewlet dibêje tune ye' çapemeniya Kurd dibêje heye . Ji ber vê sedemê çapemeniya kurd her tim bûye hedefa dewletê." Solînê bi bîr xist ku Çapemeniya Azad tu carî dev ji gihandina rastiyan ji civakê re bernedaye û got, “Tevî hemû zextan jî Çapemeniya Azad dev ji rerka xwe berneda û li ser şopa heqîqetê rêya xwe didomîne. Dîcle jî bû hedefa hikûmetê û ji ber nûçeyên ku çêkiribûn hat binçavkirin û girtin. Em dibînin ku îdianameya wê piştî demeke dirêj hatiye amadekirin û tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye darizandin û girtin. Pir girîng e ku rojnameger û rêxistinên girseyî yên demokratîk bi Çapemeniya Azad re bikevin piştevaniyê. Ji ber ku divê her kes bizane ku polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniya Kurd tenê li ser çapemeniya Kurd nîne. Bêdengkirina Çapemeniya Azad tê wateya bêdengkirina hemû çapemeniyê. Ya girîng ew e ku  hemû çapemenî bi Çapemeniya Azad re bikevin pitevaniyê." Solîn bang li hempîşeyên xwe kir ku beşdarî danişîna Dîcle ya 7'ê Kanûnê bibin û wiha got: "Ji bo her rojnamegerek xwedî li qelema xwe, fikir û ramana xwe derkeve,  piştgirîdayîna danişîna Dîcle Mûftûoglû gelekî girîng e. Ger em nikaribin fikrên xwe azadî bînin ziman, ev tê wê wateyê ku civak bi tevahî di tariyê de dimîne. Rola Çapemeniya Azad di vî warî de pir girîng e. “Eger çapemenî azad be dê civak jî azad bibe."
 
'Çapemeniya Kurd 40 sal in di hedefa îqtîdarê de ye!'
 
Sekretera Giştî ya Karê Çapemeniyê ya DÎSK'ê Ozge Yurttaş, diyar kir ku ji roja ewil a desthilatdariya AKP'ê û vir ve zextên li ser çapemeniya Kurd ji yên li ser saziyên din ên çapemeniyê zêdetir in û got ku  40 sal in zextên gelekî giran li rojnamevanên kurd tên kirin. Ozgeyê, da xuyakirin ku li gel komkujiyên kiryar nediyar ên ku nehatine zelalkirin, zext û zordariya li ser gelê Kurd û polîtîkayên tirsandinê yên li hemberî çapemeniya Kurd jî dewam dikin. Ozge da xuyakirin, ku hikûmetê hem xebatkarên Çapemeniya Azad hedef girtin û hem jî bi polîtîkaya xwe ya 'tepisandin û sînordarkirina gelê Kurd' hewl da saziyên çapemeniyê yên deng vedane, bêdeng bike û wiha berdewam kir, "Ji ber vê yekê di sala dawî de tişta me dît. dubarekirina tiştê ku heta niha hatine kirine. Bi operasyonên girtinê yên li dijî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku beriya hilbijartinê dest pê kiribûn, çavkaniya ragihandina rastiyê ji raya giştî re têk bibin. Ev serdema nû ya zordestiyê ku piştî hilbijartinan hikûmet neçar ma tenê şer û pevçûnan pêk bîne, her kesê ku ne li kêleka wê bû kir dijmin û nîşan dide ku ew pêvajoya nû ji rojnamevanên kurd dest pê dike dîsa dimeşîne. Em dikarin bibêjin ku pirsgirêka kurd a ku di nava civaka Tirkiyeyê de bi taybetî di vê serdema desthilatdariyê de hîn zêdetir hatiye mezinkirin, lawaziya muxalefetê ye."
 
Dema ku mijar kurd bin...
 
Ozgeyê got, “Ji ber ku dema mijar dibe Kurd, kesên ku ji xwe re dibêjin sosyaldemokrat an jî beşên cuda yên civakê, tevî ku ne alîgirê van êrîşan bin jî, bêdengiyê hildibijêrin.  Ji ber vê yekê hemû êrîşên ku hatin kirin, ji hevpîşeyên me rojnamevanê Kurd dest pê kirin. Ozgeyê, anî ziman ku di sala dawî de zextên li ser Çapemeniya Azad hîn zêdetir bûne û got, “Kedkarên Çapemeniya Azad bi awayekî dîl tên girtin û bi vê dixwazin ku kurd di warê siyasetê de bêhêz û bêdeng bimînin. Gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Yên hatin berdan jî hebûn, lê xebatên wan ên rojnamegeriyê weke 'hêmanên sûc' hatin dîtin. Me ev yek ji dosyeyên dozên wan fam kir. Ez wisa difikirim ku rojnamegerên kurd du caran bûne hedef û ji me zêdetir bi xetereyê re rûbirû ne. Lê li hemberî vê yekê rojnamegerên kurd xwedî rêxistinbûna xwe ne û di van demên dawî de komeleyek ava kirine. Ez van hemûyan watedar dibînim û bal kişand ser girîngiya bandora Çapemeniya Azad a li ser têkoşînê."
 
'Daxwaza azadiyê li her derê bê ziman'
 
Ozgeyê, da zanîn ku pêwîste destek ji mafê gelan ê ragihandinê û azadiya ramanê re bê dayîn û di bin heman sîwanê de têkoşîneke rêxistinkirî bê meşandin.  Ozgeyê wiha bi dawî kir: “Dicle Mûftûoglû endama me ye. Em vê yekê weke parçeyek ji endamên Basîn Îş ên DÎSK'ê û azadiya wan dibînin." Ozge da zanîn ku ew ê tevli rûniştina Dîcleyê ya ku dê di 7'ê Kanûnê de bê lidarxistin bibin û wiha got: “Ji bo welatekî azad çapemeniya azad divê, lê ez dibêjim ku divê ji bo çapemeniya azad jî civakek rêxistinkirî hebe. Endama me Dîcle Mûftûoglû di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat girtin. Em dixwazin hem Dîcle hem jî hevalên me yên din ên girtî serbest bên berdan. Em ê di 7'ê Kanûnê de li salona dadgehê bin. Em ê rûniştina hevalên xwe bişopînin. Em ê bi hemû hêza xwe daxwaza wan a azadiyê bînin ziman."