'Li herêmên erdhejê, toreke xebata ne bi rêk û pêk mijara gotinê ye'

  • 09:03 24 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Melike Aydin 
 
HATAY - Parêzer Mehtap Sert a ku li ser pêvajoya avakirina nû ya Hatayê axivî diyar kir ku ji ser mexdûriyeta jinên erdhejzede guhertinên Qanûna Medenî tên testkirin. Her wiha Mehtapê wiha got:"Li herêmên erdhejê, toreke xebata ne bi rêk û pêk mijara gotinê ye."
 
Piştî erdheja navenda wê Mereş bi sed hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û niha li Hatayê  pêvajoya avakirina nû dest pê kir. Fikarên derbarê vê yekê de jî dewam dikin. Li herêmên erdhejê yên welatî li wir di nava rewşeke dijwar de ne di heman demê de jî polîtîkayên pişavtinê lê didomin. 
 
Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Hatayê û endama PM'a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê parêzer  Mehtap Sert, li ser pêvajoya avakirina nû ya Hatayê nirxandin kir. 
 
Nediyarî desthilatdar e
 
Mehtapê bi lêv kir ku di pêvajoya avakirina nû de hevdîtineke taybet a bi erdhejzedeyan re ne mijara gotinê ye û wiha got:"Hevdîtinên tên kirin bi kê re tê kirin, haya welatiyan ji vê tune ye. Divê berî avakirinê li ser derûniya welatiyan bê sekinandin. Lê belê tu nûnerên dewletê derbarê siberojê de tiştek negotine. Divê mirov derbarê siberojê de xwedî agahî bin. Ka ew ê çi bibe divê eşkere zanibin. Avahî xera bûn lê belê ji bo avakirina van avahiyan tiştekî zelal li holê tune ye. Niha nediyariyek desthilatdar e."
 
'Li herêmên erdhejê, toreke xebata ne bi rêk û pêk mijara gotinê ye'
 
Mehtapê bi lêv kir ku xebatên li bajêr têr nakên û wiha pê de çû:"Niha têkildarî tendirustiya gel tu xebat ne mijara gotinê ye. Li hewayê gelekî toz heye. Zarok di bin bandorê vê yekê de dimînin. Dema avahî tên hilweşandin nayên avdan. Toreke xebata ne bi rêk û pêk mijara gotinê ye."
 
Pirsgirêkên di warê tendirustiyê de 
 
Mehtapê diyar kir ku ji bo tendirustiyê personel kêm in û wiha got:"Li nexweşxaneyan personel kêm in. Beşa lênêrîna giran jî li nexweşxaneyan tune ye. Kesên nexweş ji bo beşa lênêrîna giran dişînin nexweşxaneyên bajarên din. Mesela dişînin Osmaniyeyê. Osmaniye jî di bin bandora erdhejê de maye. Ji wir jî dişînin Edeneyê ji Edeneyê jî dişînin Mêrsînê. Jixwe gelek jê di rê de jiyana xwe ji dest didin. Ger wê jiyaneke nû li herêmên erdhejan bê avakirin divê li gor vêya bi çarçoveya planekê bê kirin."
 
'Travma, pirsgirêka starbûnê, xizanî di nav hev de ne'
 
Mehtapê da zanîn dema xebat bên kirin divê travmayên erdhejzedeyan jî bigirin ber çavan û wiha lê zêde kir:"Em bi fikara wê dîsa erdhej çêbibe dijîn. Hatin li avahiyên me nihêrtin gotin zexm e lê belê li gor çi zexm in ? Ev giş kaosek e. Li herêmên erdhejê xizaniyeke mezin heye. Dema xizanî mezin dibe mirov di warê sekinandin li ser piyên xwe de zehmetiyê dikşînin. Çimkî ji bo mirov ji nû de tiştekî bike pere lazim e. Alîkariya ku hat kirin derbas dibe loma divê ev alîkarî her tim û bi rêk û pêk bên kirin."
 
'Di alîkariyên dewletê de krîter ne diyar in'
 
Mehtapê bi lêv kir ku di alîkariyên dewlet dike de pîvana krîteran çi ye nayê zanîn û wiha dewam kir:"Di dema hilbijartinê de Kizilayê qerta dan û stendinê ya 500 TL yî belav kir. Lê belê ev qert nedan xizmên min ên di konteyniran de diman. Lê ji bo çi nedan di wî alî de jî muxatabek nehat dîtin. Dema em dipirsin dibêjin em tenê ji belavkirinê berpirs in. Di eslê xwe de ji bo kesên pir pêdiviya wan tune ye pir alîkarî diçe lê belê alîkarî ji kesên pêdiviya wan heye re naçe. Li bajarên konteyniran belavkirina xwarinê pirsgirêkek cidî ye. Hinek mirov tenê bi kincên li ser xwe rizgar bûne û di konteyniran de ne. Pereyê van mirovana yên di bankayan de tune ye yan jî tiştekî bifiroşin tune ye. Kesên di malên xwe yên xisara wan kêm in û kesên bi vî rengî di konteyniran de ne ne wek hev e."
 
'Dewlet wekî ku hinek tişt bi rêk û pêk in nîşan dide'
 
Mehtapê da zanîn dewlet  wekî ku hinek tişt bi rêk û pêk in nîşan dide lê belê ev ne rast e û wiha pê de çû:"Ev rewş dibe sedem derûniya welatiyan her diçe xirab dibe. Mirovên bi neçareseriyê re rû bi rû dimîni hene. Dibistan vebûn. Kesên dibistana zarokên wan dûr bin herî kêm 900 TL yî heqê serwîsê didin. Ev pere ji bo keseke ku hemû tiştên xwe winda kiribe gelekî zêde ye. Derdên bi vî rengî yên van mirovana hene."
 
'Komeleyên ji aliyê walîtiyê ve hatine erêkirin wekî alava asîmîlasyonê ne'
 
Mehtapê bi lêv kir ku komeleyên ji aliyê walîtiyê ve hatine erêkirin wekî alava asîmîlasyonê ne û got:"Mirovên pir zêde pêdiviya wan hebe zêdetir di bin bandora olê de dimînin. Xebata dewlet li vir dike xebata asîmîlasyonê ye. Dibêjin walîtiyê erê kiriye û qeyda welatiyan digirin. Li vir xwe digihêjin agahiyên kesan. Ev jî li dijî parastina agahiyan kesan e."
 
'Divê malên li gor xwezayê bi ewle bên avakirin'
 
Mehtapê da zanîn ku bingeha li Hatayê ne li gor avakirina avahiyan e û wiha got:"Divê malên li gor xwezayê bi ewle bên avakirin. Her wiha li Hatayê mûsevî, xiristiyan, misilman, elewî hene. Loma jî divê cihên xizmetê ji van baweriyan hemûyan dikin bên avakirin. Di heman demê de di pêvajoya avakirina ji nû ve de Navenda Mafên Jinan a Baroyê cihê xwe nagire, haya wan bi komxebatan naxin. Divê STK bi hev re kar û xebatê bikin."
 
'Guhertina Qanûna Medenî li ser jinan test dikin'
 
Mehtapê da zanîn di Qanûna Medenî de tê xwestin zagonên mîna nafakayê bên guhertin û ev guhertinan tê xwestin li Hatayê bikevin meriyetê û got:"Guhertina Qanûna Medenî li ser jinan test dikin. Li vir em dibînin mafên jinan di nava talûkeyekê de ne. Her wiha stargeh jî nayê çêkirin. Gelek jin tundiyê dibînin lê belê cihekî ewle ji bo wan tune ye. Divê jin bikevin nava piştevaniyê û ji tiştên bi vî rengî bêjin na."