ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 24 Cotmeh 2023
  • Rojev
* Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk anî ziman ku îşkenceya lêgerîna tazî tê wateya "Şikandina îradeyê" û îktîdar jî li hemberî îşkenceya lêgerîna tazî bêdeng e. BI DÎMEN 
 
*Ev du sal in şaredariya AKP’yî çopê valayî Çemê Botanê dike û ev  çop jehrê belav dike. ‘Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk a Entegreyê’ şaredariya HDP’ê di 2021’ê de kir faliyetê û biryar hat girtin ku çopê valahiyî tesîsê bikin. Tevî vê biryar pêk nayê.BI DÎMEN 
 
*Parêzer Mehtap Sert a ku li ser pêvajoya avakirina nû ya Hatayê axivî diyar kir ku ji ser mexdûriyeta jinên erdhejzede guhertinên Qanûna Medenî tên testkirin. Her wiha Mehtapê wiha got:"Li herêmên erdhejê, toreke xebata ne bi rêk û pêk mijara gotinê ye."
BI DÎMEN 
 
*Rojnameger û rêxistinên kedê têkildarî rûniştina doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû ya ku wê di 7’ê Kanûnê de bê lidarxistin bang li hempîşeyên xwe kirin û gotin, “Ji bo çapemeniya azad divê civakek rêxistinkirî hebe. Pir girîng e ku her rojnamevan beşdarî rûniştina Dîcle Mûftûoglû bibe û piştgirî bide da ku bikaribe nivîs, fikir û ramanên xwe biparêze. “Em ê bi hemû hêza xwe li her cihê ku dengê me bigihêyê, daxwazên hempîşeyên xwe bînin ziman. DÎMEN HEYE