Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûr de biryar hat dayîn

  • 15:22 23 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di danişîna doza Weqfa Hîranûr de biryar hat dayîn. Ji bo Kadîr Îsteklî de 30 sal, Yusuf Ziya Gumeşel 20 sal û Fatima Gumuşel jî 16 sal 8 meh ceza hat dayîn. 
 
7'emîn danişîna doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Yûsûf  Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî û dayika wê Fatima Gumuşel negirtî dihat darizandin îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê pêk hat. 
 
Ji ber biryara nepeniyê danişîn ji çapemeniyê re girtî hat dîtin. Her wiha beriya danişînê Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Tevgera Femînist a Çepgîr û rêxistinên jinan li ber edliyê çalakiyek li dar xistin. 
 
Di 7'emîn danişîna dozê de şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir. Li gorî biryarê Yusuf Ziya Gumuşel 20 sal, Kadîr Îsteklî 30 sal, Fatima Gumuşel jî 16 sal 8 meh ceza li wan hatin birîn. 
 
Her wiha derbarê Fatima Gumuşel a ku negirtî dihat darizandin biryara girtinê hat dayîn.