Franziska Stier: Hêviya me ji desthilatdariya zilmê dike tune ye!

  • 09:02 23 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci-Dîlan Babat
 
ENQERE - Sekreter Giştî ya Basta Fransîzka Stîer diyar kir ku gelek dewlet bi Israîlê re di piştevaniyê de ne û hinek jî bi Fîlîstînê re û got: “Lê em dinêrin ku kes bhsa şerê li Rojava tê meşandin nake. Ger ku em ji desthilatdariya zilmê dike bi hêvî bin dê çareserî pêk neyê.”
 
Rojevên sereke yên kongreya Partiya Çep a Kesk ku çû guherîna nav û bû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û hevserokên wê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hatin diyarkirin, tên nîqaşkirin. Yek ji rojevên sereke ya kongreye tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. 
 
Sekretera Giştî ya Basta ya Swîsreyê (Basels Starke Alternatîve) Franzîska Stîer ku tevli kongreya HEDEP’ê bû der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û kongreye de axivî.
 
‘Tirkiyeyê dewletek faşîst ava kir’
 
Franzîska da zanîn ku Tirkiyeyê dewletek faşîst ava kiriye û wiha vegot: “Ne tenê li dijî koma parlametnerên Kurd li dijî hemû muxalefetê zextek heye. Wek dijî xwezayê li dijî Kurdan û jinan jî şerek tê meşandin. Îro em bernameyên nîqaşê yên siyasî yên ji bo aştiyê dimeşînin. Her tiştî tiştî ji bo aştî û pitşevaniyê dikin. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Kongreya HEDEP’ê jî ji bo paqijkirina astengiyan sînyaleke.” 
 
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bang’
 
Franzîska balkişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî kir. Franzîska wiha dirêjî daye: “Bi salane Tirkiye li dijî mafê mirovan tevdigere. Gelek saziyen me hene. Yekitiya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovn a Ewropayê û gelek saziyên mafên mirovan. Van saziyan hemûyan got tecrîd li dijî mafên mirovan e. Gelek hêzên siyasî li dijî pergala tecrîdê ne. Lê şansê  nîqaşkirina mafên mirovan tune ye. Ji ber vê jî rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan bangek navneteweyî ya li Tirkiyeyê ye.”
 
‘Bi bendewariyê çareserî ne pêkane
 
Franzîska destnîşan kir ku bi tecrîdê re şerê Rojhilata Navîn û Kurdistanê giran dibe û ev herî zêde bandorê li ser gelê sivîl û jinan dike. Franzîska wiha vegot: “Em dibînin ku yên herî zêde di şer de êşê dikşînin û bandor dibin jin û zarokin. Gelek dewlet bi Israîlê re di piştevaniyê dene û hinek jî bi Fîlîstînê re . Lê em dinêrin ku kes bhsa şerê li Rojava tê meşandin nake. Em ji desthilatdariya ku zilmê dikin di bendewariyê de bin çareserî ne pêkane. Ji bo civakek aştiyane divê em ewil bombeyan bidin sekinandin.”