Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê bang

  • 19:56 22 Cotmeh 2023
  • Rojane
STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê banga bila Tirkiye hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qût bike, kirin.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi armanca êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê şermezar bike li ber Navenda Kar a Cevahîr a li Şîşliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji Filistînê re azadî, ji Îsraîlê re boykot” hat vekirin û dowîzên “Ji Rojava heta Gazeyê gel li ber xwe didin”, “Li dijî emperyalîzmê şer, ji gelan re aştî” û “Ji çem ber bi deryayê ve Filistîna azad” hatin hilgirtin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Emperyalîzm dê têk biçe gelên li ber xwe didin dê serbikevin” , “Gelê Rojava ne bi tenê ye” , “Kujer Îsraîl ji Filistînê derkeve” û “Gelê Filistînê ne bi tenê ye” hatin berzkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Israîlê nexweşxane, mizgeft, dêr hedef girtine û sûcê şer kirine.
 
Daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin: 
 
“*Divê hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re bên qûtkirin, divê hemû nûnerên dîplomatîk ên rejîma dagirker a Îsraîlê yên li Tirkiyeyê bên dersînorkirin.  
 
* Divê hemû têkiliyên bazirganiyê yên Îsraîlê re bên qutkirin, li cihekî ku zêdetirî du milyonan filistînî bi birçîtî û tîbûnê re rûbirû mane divê keştiyên ku ji bo rejîma Îsraîlê alîkariyê dibin bên rawestandin û ev keştî paşve bên vegerandin.
 
* Divê di serî de Amerîka hemû leşkerên dewletên ku piştgiriyê didin Îsraîlê ji Tirkiyeyê bên derxistin.”