Halîde Turkoglu bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê

  • 16:31 22 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a HEDEP'ê piştî kongreya xwe yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de ji bo Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû hat hilbijartin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) piştî kongreya 15’ê Cotmehê ku hat lidarxistin, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Di civîna ku endamên jin ên Meclîsa Partiyê (PM) yên di kongreyê de hatin hilbijartin lê kom bûn, geşedanên têkildarî rojevê, xeta nû ya têkoşînê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin. Meclisa jinan jî di civînê de berdevka xwe diyar kir.
 
Li gel gelek mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, parlamentera Amedê Halîde Turkoglû Berdevka Meclîsa Jinan hat hilbijartin.