Rewşa tendirustiya Nesrîn Cewadî ya girtî her ku diçe xira dibe

  • 12:01 22 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya çalakvana kedkar Nesrîn Cewadî ya 66 salî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, ji ber nexweşiyên wê yên kronîk û nebûna dermankirinê, her wiha şert û mercên girtîgehê roj bi roj xirabtir dibe.
 
Sendîkaya Kedkarên Azad ên Îranê derbarê rewşa tendirustiya çalakvana kedkariyê Nesrîn Cewadî, endama desteya damezrîner a Encumena Kar a Teqawîtên Ewlehiya Civakî (BSTA) ku li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nesrîn Cewadî a ku herî dawî ji guhekî xwe pirskirêka bihîstinê dijî, di 18’ê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Amir Alam a Tehranê hatiye kirin, lê bijîjkan sedema rastî ya kêmbûna bihîstinê fêm nekirine û diyar kirin ku dibe ev yek ji sedema ji ber hestiyariya zêde ya li hember dengên bilind be. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bijîşkan pêşniyar kirine ku Nesrîn Cewadî bi lezgîn ji aliyê bijîşkê pisporê guh, poz û qirikê (ENT) ve bê muayenekirin û wiha hat gotin: “Ji ber ku pêvajoya sewqkirina ji girtîgehê ji bo klînîkên bajêr dirêj dike pirsgirêkên cidî û nikare van şert û mercan tehemûl bike.”
 
‘Tendirustiya wê roj bi roj têk diçe’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di muayeneyên ku vê dawiyê hatine kirin de asta hucreyên spî di xwîna Nesrîn Cewadî de gelekî kêm bûye û hat destnîşankirin ku ev pirsgirêk nexweşiyên wê zêde kirine ji ber ku sîstema parastinê ya wê lawaz bûye û dema dermankirinê jî dirêj bûye. Her wiha  hat diyarkirin ku di pişta Nesrînê de fitiq heye û ji 50 saliya xwe pê ve nexweşiya Osteoporozê (xirabbûna hestî) pê re heye û wiha hat gotin: “Nexweşiya Nesrîn a 66 salî ji ber ku laşê wê nikare kalsiyûmê bigire derketiye holê. Tevî ku malbata wê dermanên pêwîst dabîn kiribin jî, şert û mercên nebaş ên girtîgehê. Tevî ku malbata wê dermanên pêwîst dabîn kir jî, ji ber şert û mercên girtîgehê ya nebaş dihêle ku her roja biçe xerabtir bibe.”
 
Çi bibû?
 
Nesrîn Cewadî (Azam Xezrî Cewadî) di merasima roja cîhanî ya karkeran a sala 2019`an de li ber avahiya Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê hat binçavkirin. Piştî 29 rojan girtî ma bi şertê kontrola edlî hat berdan. Nesrîn Cewadî ji aliyê Şaxa 26’an Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya "komkirin û komploya li dijî ewlekariya welat", "xerakirina îstîqrar û aramiya giştî’ û ‘propagandaya rêxistinê" 7 sal cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan lê hatî birîn. Dadgeha Îstînafê biryar qebûl kir. Nesrîn Cewadî ji 2022’an ve di girtîgeha Evînê de ye.