Jinan Dusseldorftê tecrîda li ser Abdullah Ocalan nîqaş kirin

  • 20:04 21 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê di forûma ‘Azadî wê bi ser bikeve’ de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêngava ji bo azadiya wî hatiye destpêkirin, teorî û pratîkên li ser azadiya jinan hatin nîqaşkirin.
 
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku  10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin de li Dusseldorfê forûma bi navê ‘Azadî wê bi ser bikeve’ hate lidarxistin.
 
Di forumê de dîlgirtina 25 salan a Abdullah Ocalan û berxwedana dide meşandin hat nîqaşkirin. Bi taybetî li ser xeta rêxistinî ya ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê rawestiyan. Di serî de ji Fransa, Almanya, Swîsre, Swêdê û gelek gelek deverên Ewropayê zêdetirî 300 jin beşdarî forûmê bûn. Tevî rêxistinên jinên Kurd ên weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, KJAR, TEKO-JIN, FEDA û Rêxistina Jinên Êzidî, gelek rêxistinên jinan ên Ewropayê yên ji bo piştevaniya bi Kurdan re di nav de, Kolektîfa Rojava-Azadî jî beşdarî forûmê bûn.
 
Rûniştina yekemîn a ku moderatoriya wê ji aliyê Gulîstan Îke ve hat kirin, li ser navê TJK-E Gonul Kaya perspektîfa azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û bandora wî ya li Rojhilata Navîn nirxand. Gonul Kaya anî ziman ku tecrîd tenê li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan nayê meşandin, paradîgmaya wî û têkoşîna azadiya jinê hedef tê girtin.
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk jî axivî û diyar kir ku tecrîda ku ev 25 sal in tê meşandin hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de cih nagire û diyar kir ku serlêdanên wan bê encam mane. Raziye Ozturk bêdengiya saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya li hemberî tecrîdê jî rexne kir.
 
Di rûniştinê de endama heyeta Îmraliyê û çalakger profesor Yanîra Hermîfa Martîn jî axaftinek kir. Di rûniştina duyemîn de gelek saziyan der barê çawaniya beşdarbûna pêngava 10’ê Cotmehê de nêrînên xwe anîn ziman. Meclîsa Jinên Êzidî, saziyên jinên Kurd ên di nav de Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk a Ewropayê, Platforma Serhildan a ji jinên Fransî pêk tê, Kolektîfa Rojava Azadî, rêxistinên jinan ên ji Elmanya, Îtalya, Katalonya, Bask, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komaw-Dayikên Şehîdan, Akademiya Modernîteya Demokratîk di rûniştina duyemîn de nirxandin kirin.
 
Saziyan destnîşan kirin ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya jinê ye û diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe bi awayekî çalak beşdar bibin. Piştre encamname hat xwendin
 
Rojeva sereke şikandina tecrîdê ye
 
Di encamnameyê wiha hat gotin: "Helbet weke jin em azadiya xwe û ya gelan di azadiya Rêber Apo de dibînin. Parastin û misogerkirina kesayeta jina azad rasterast bi hilweşandina dîwarên Îmraliyê ve girêdayî ye.”
 
Di forûmê de xalên bingehîn ên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû bindestan tê meşandin hatin nîqaşkirin û ev peyam hat dayîn: "Rojeva me ya sereke şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Ya ku wê polîtîkayên kapîtalîzmê rawestîne hêz û berxwedana rêxistina me ye. Em weke tevgera jinan divê li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û qirkirinê demildest bikevin nava tevgerê."
 
Encamname wiha berdewam kir: “Em bawerin û îdia dikin ku bi fikir û paradîgmaya azadîxwaz a Rêber Apo em dikarin van polîtîkayên xwînrêj rawestînin û jiyana azad ava bikin. Beriya her tiştî divê meclîs, komun û hemû şebekeyên me yên rêxistinkirî beşdarî pêngava 10’ê Cotmehê ya hatiye destpêkirin bibin. Werin em bi hemû hêza xwe çalak û hestiyar bin. Em dibêjin dema azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo wê kapîtalîzma modern û hemû polîtîkayên wê yên îmhayê têk bibe.”
 
Encamname wiha bi dawî bû: “Ji îro û pê ve em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo û pêkanîna şoreşa jinê mezin bikin. Em bang li hemû tevgerên jinan dikin ku tevlî pêngava me bibin.”