Talankirina zeytûnên Efrînê didome

  • 11:13 21 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk piştî ku berhemên wan dizîn 25 darên zeytûnan ên li navçeya Bilbilê ya Efrînê birîn.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên Sutlan Mûrad li navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrînê 25 darên zeytûnan ên berhemên wan hatine berhevkirin, birîne.
 
Hat zanîn ku darên hatine birîn ên gundiyê bi navê Hisên Menan in. Tevî ku Menan ji bo ku çete nêzî zeviyê wî nebin pere jî dabûn wan, lê çeteyan berhemên wî dizîn û darên wî birîn. 
 
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve salane berhemên zeytûnan tên dizîn.