Khadija Ryadî: Em fikrên Birêz Ocalan gelek bi nirx dibînin

  • 09:13 21 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat - Melek Avci 
 
ENQERE- Koordînatora DYK FAS a Bakurê Afrîkayê Khadija Ryadî da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan di girseyên mezin de deng dane û pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin, ji welatên rojava ên pêşketî hîn zêdetir pêş de ye.
 
Partiya Çep a Kesk di 15’ê cotmehê de li Salona Sporê ya Ataturk a Enqerê bi coşek mezin 4’emîn kongreya xwe ya mezin pêk anî.  Di kongreye de navê partiyê jî têde gelek guhertin hatin kirin û ligel Tirkiye û Kurdistanê ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Başur bi dehan heyet tevli bûn kongreya Partiya Çep a Kesk bi navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) şopandin.
 
Kordînatora Meşa Jinan a Cîhanê ya FAS (DYK) ya Bakurê Afrîkayê û Seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadija Ryadî (Hatîce Riyadî) pirsên me bersivand. Khadija diyar kir ku tevî hemû zextên li ser partiyê kongre bi awayekî xurt derbas bûye. 
 
‘Fikrên Birêz ocalan li hemû aliyan tên qebûlkirin’
 
Khadija da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin û daxuyakirin ku  tecrîdkirina Abdullah Ocalan li dijî hiqûqiyê ye û wiha vegot: “Lê tevî vê fikrên birêz Ocalan ji aliyê girseyên mezin ve tên qebûlkirin. Em fikrên Birêz Ocalan ji her alî ve dişopînin. Ez li herêma xwe li welatê dimînim tahlil û analîzên Birêz Ocalan bi nirx dibinim. Nirxandinên wî yên der barê jinan de, destkeftiyên jinan yên di encama van tahlîlan de hatine bidetsxistin bi nirx dibînim. Wek gelek hiqûqnasan  min jî ji bo rakirina terîda li ser Birêz Ocalan îmze avêt. Rakirina tecrîdê yek ji daxwazên me ye.”
 
‘Gel ji bo şerên li wan tên ferzkirin çekan hildigirin’
 
Khadija di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd ji fîlmê ‘Rê’ yê Yilmaz Guney fêr bûne û got glê Kurd gelekî qedîme û got her ku bedelên ku dane dîtiye gelek tişt fêr bûye. Khadija wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gel li dijî zilma li wan tê kirin  bi armanca parastinê çekan bi kar tînin. Gel ji bo aştiyê çekan hildigirin. Li dijî şerê tê ferzkirin li ber xwe didin. Gelê çekan hildigirin ji bo tayînkirina mafên xwe tsêdikoşin. Di vê têkoşînê de rola jinan pir mezine. Di esasê vê têkoşînê de aştî heye.”
 
‘Me dît ku em pir şûnde mane’
 
Khadija bi lêv  kir ku di têkoşîna jinê de li welatên Bakurê Afrîkayê xeta têkoşînê pêş xistine lê piştî têkoşîna jinan a li Rojava dîtine rewş guheriye û ev tişt bi lêv kir: “Qanûnên li Rojava hatine derxistin em matmayî hiştin. Destkeftiyên jinan em matmayî hiştin. Me fêm kir ku em çiqas şûnde mane. Me dît ku destkeftiyên jinan li gorî welatên Rojava yên pêşketî çiqas pêş ketine.”
 
‘Têoşîna jinan wê aştiyê bîne’
 
Khadija anî ziman ku ew dixwazin hem bi têkoşîna jinên Kurd hem jî bi têkoşîna Rojava re bibin hevpar û di vê nokteyê de bi tevgerên jinan re têkiliyê pêş bixînin. Khadija wiha domand: “Gel ji bo aştiyê têdikoşin. Tevgera jinan jî yek ji lingê girîng ê vê têkoşînê ye.Gelên ji bo aştî û demorkasiyê têdikoşin divê piştevnaiyê hîn bêtir mezin bikin. NY jî têde div an têkoşînên wisa de rola jinan dizane û di vî alî de xebatan dimeşînin. Bêyî jinan aştî ne pêkane. Têkoşîna jinan wê aştiyê bîne. Divê gel li dijî pergalan têkoşîna xwe bidomînin.”