‘Divê desthilatdarî ewil gotinên xwe biguhere’

  • 09:05 21 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Parêzer Huriye Hamidî  diyar kir ku di sûcên îstîsmara li hember zarokan de polîtîka û gotinên desthilatdariyê bi bandorin û got beriya her tiştî divê polîtîkayek ku zarokan diparêze bê avakirin û divê bi guhertina gotinan ev bê destpêkirin.
 
Di 21’ê Gulana 2021’ê de li Wêranşar a Rihayê mêrê bi navê M.S. ku salekê destdirêjî li zirxwişka xwe kiribû û der barê wî de ji sûcê ‘li ser hev destdirêjî’ lêpirsîn hatibû vekirin û di lêpirsînê de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune ye’  hatibû. Parêzera dosyayê hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn îtîrazî biryarê kiribû û dadgeriyê îtîraz di cih de dît ku gotibû divê doz li Dadgeha Ceza Giran bê dîtin. Piştre dozê dest pê kir û sêyemîn runiştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi daxwaza girtina parastina gumanbar doz taloqî 13’ê mijarê kir û daxwaza girtinê red kir. Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamidî doz nirxand.
 
‘Divê di dosyayan de zarok li ber çavan bên girtin’
 
Huriyeyê bi lêv kir ku di dosyayên êrîşa zayendî de divê zarok li ber çavan bên girtin û wiha anî ziman: “Doza destdirêjiyê ya Wêranşarê taloqî mijdarê kirine. Ev jî tena serê xwe nîşan dide ku zarok tên piştguhkirin. Ji ber dozan davêjin dem dirêjiyê. Gumanbar ne girtî tê darizandin û ev jî dibe sedema zextên li ser dosyayê.”
 
Daneyên fermî tune ne
 
Huriyeyê destnîşan kir ku di sûcên êrîşên zayendî de zêdebûnek heye û dewlet di mijara girtina daneyan de qels dimîne û wiha domand: “Di nokteya têkoşîna li dijî îstîsmara zayendî de ne samîmî ne. Yek ji kar û barê  di têkoşîna li dijî îstîsmarê de girtina daneyan e. Bi rêk û pêk divê dane bên girtin. Ji bo tespîtkirina pirsgirêkê divê ewil ev bê kirin. Ketina di daneyan de rastiyê nîşan nade. Bi taybet di demên krîzan de daneyên em xwe digihîninê wekê ku di sûcên êrîşa zayendî de ketinek heye nîşan didin û ev jî rastiyê nîşan nade. Di demên krîzan de zarok ji jiyana civakî îzole ne.”
 
‘Gotin nêzîkatiya li dijî sûc nîşan didin’
 
Huriyeyê diyar kir ku yek ji sedemên din yên zêdebûna sûcên zayendî  dewlet di têkoşînek bi bandor de gavê navêje û wiha dirêjî daye: “Zimanê destilatdariyê, zimanê rêxistinên nêzî desthilatdariyê nêzîkatiya li dijî têkoşîna li dijî êrîşên zayendî  nîşan dide. Heta ku gotinên baş neyên gotin wê di sûcên îstîsmara zayendî de ketinek tune be.”
 
‘Baweriya bi edeletê kêm bûye’
 
Huriyeyê bal kişand ser çapemeniyê jî û got baweriya civakê bi edeletê nemaye û wiha bi lêv kir: “Bi taybet ger ku gumanbar peywirdarê cemawerî an jî nêzî desthilatdariyê be, merciyên erdlî gumanbaran diparêzin û polîtîka bêcezahiştinê tê meşandin.  Îstîsmara zayendî divê yek alî neyê hiştin. Em dibînin ku gumanbar bi def û zirneyê tê pêwazîkirin. Ev jî têr dike ku em rastiyê bibînin.”
 
‘Divê polîtîkayek bi bandor bê meşandin’ 
 
Huriyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beriya her tiştî divê polîtîkayek bi bandor bê avakirin. Divê gotinên xwe biguherin. Divê di dosyayên wisa de samîmî bin. Divê civak di alî sûcên îstîsmarê de bibe xwedî hişmendî. Em ê di vê nokteyê de têkoşîna xwe bidomînin.”