‘Kurdî li hemberî çeka tirkî parastineke herî xurt e’

  • 09:03 21 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê, Jîn Aryen a ku tevlî komxebata rêveberiyên herêmî ya HEDEP'ê û HDP'ê bû diyar kir yek ji mijara di komxebatê de hat nîqaşkirin ziman û çand e û diyar kir ku rêveberiyên heremî ji bo fermîbûna zimanê kurdî cihekî girîng digire.
 
Komxebata bi sernavê "Em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024'an polîtîkayên jinan nîqaş dikin" ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ve li navçeya Silopî ya Şirnexê pêk hat. Ber bi  hilbijartinên herêmî ve komxebat di 7-8'ê Cotmehê de, gelek mijar bi sernavên "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê", "Aboriya jinan", "Ekolojî û jin", "Çand û ziman", "Hevjiyana azad" û "Pergala Hevserokatiyê" hatin nîqaşkirin.
 
Hevgerinendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê, Jîn Aryen mijara di modela jinan a rêveberiyên herêmî de çand û ziman nirxand.
 
‘Tirkiye zimanê tirkî wek çekekê li hemberî gelê kurd bi kar tîne’
 
Jîn Aryen di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya ziman kir û diyar kir ku axa Kurdistanê hatiye dagirkirin. Jîn anî ziman ku gelê Kurdistanê jî bindest e, di encama vê de jî zimanê wê qedexe ye û derfetên perwerdehiya ziman jî ne mimkûn e. Jîn wiha berdewam kir: “ Tunebûna kurdî niha mixabin di rojeva me de ye. Xetereyeke bi vî rengî heye. Em çawa dikarin pêşiya vê xetereyê bigirin? Polîtîkayên me yên ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî çi be, divê ev bê nîqaşkirin. Lewra gelê kurd xwe bi çanda xwe heta vê astê anîye. Ji ber vê sedemê jî êrîş herî zêde ji bo tunekirina kurdan li ser çand û ziman tê sekinandin. Ev rastî jî heye ku bi qirkirina fîzîkî nikarin gelê kurd ji holê rabikin. Ji wî alî de xweparastina cewherî ya gelê kurd jî xurt e. Niha li hemberî gelê kurd tenê tank û top nayê bikaranîn, çeka herî mezin tirkî ye. Dagirkerên li Tirkiyeyê mixabin tirkî wek çekekê li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Divê kurd jî parastina xwe bi kurdî bikin, kurdî li hemberî çeka tirkî, parastineke herî xurt e. Ji ber vê sedemê dema em dibêjin qirkirin û tunekirin, divê ev tenê ji aliyê fîzîkî ve neyê fêhmkirin, ji aliyê çandî ve qirkirina ku tê meşandin hîn kûrtir e. Ji ber vê sedemê çand û zimanê kurdî her ku diçe li paş dimîne.”
 
‘Rêveberiyên herêmî ji bo xwedî li nasnameya bajar derbikeve girîng e’
 
Jîn destnîşan kir ji ber ku serdem û nêzîkatiya dewletê diguhere, divê rê û rêbazên xweparastina çand û ziman jî biguhere. Jîn da nîşandan ku rêveberiyên herêmî ji bo fermîbûna zimanê kurdî cihekî girîng digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiyên herêmî di heman demê de ji bo gelê kurd statuyek e. Vê statuyê, ziman, çand, wêje û dîroka xwe em ê bi çi awayî bikaribin li ser piya bidin sekinandin? Divê hemû rê û rêbazên me, polîtîkayên me li ser vê bingehê bin. Rêveberiyên heremî ji bo bajar otorîteyek e û vê otorîteyê em ji bo berjewendî, çand û zimanê gelê kurd çawa bikaribin herî baş bi kar bînin, ev girîng e. Îro zarokekî 5 salî jî di bajarekî kurdewar de bijî ew ê rihê bajar hîs bike. Ew rih girîng e. Ji ber vê jî bajar ne tenê kolan û avahî ne, bajar nasnameyek e. Kesî ku dikeve nav bajarekî, divê fêhm bike ku ew bajar bajarê kurdan e. Êdî ev pirsgirêkeke giştî ye, bajar êdî wek hev bûne. Divê mirov hinekî li ser vê jî bisekine, ev jî bi şaredarî û reveberiyên herêmî ve girêdayî ye. Lewra êdî nasnameya bajar nema ye. Hemû bajar dibin wek hev. Girîngiya reveberiyên heremî di vî alî de derdikeve holê ku bikaribe xwedî li nasnameya bajêr derbikeve.” 
 
‘Tayînkirina qeyûman li dijî civak, mirovahî û hiqûqê ye’
 
Jîn di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li ser çand û ziman piştî avakirina Komara Tirkiyeyê gihîşt merheleyeke din. Jîn daxuyand ku ji bo kurdan rê û rêbazên cûr bi cûr hate bikaranîn û wiha pê de çû: “Dem bi dem bi awayekî fîzîkî û dem bi dem tevahî qedexekirin pêk hat. Ji ‘qart qurt dest pê kir heta ‘kurdçe islik’,  li zindanên Amedê ‘turkçe konuş, çok konuş’ û niha ‘zimanê ku nayê fêm kirin û zanîn’. Pêvajoyê wiha dewam kir. Rê û rêbazên ku me nedîtiye nema ye. Qeyûm jî perçeyek ji vê pêvajoyê ye û ji dîroka Komara Tirkiyeyê ne cudatir e. Bi tena serê xwe tayinkirina qeyûman derhiqûqî ye. Li dijî civakê ye, mirovahî û hiqûqê ye. Cihên ku dagirkerî lê hebe helbet mirov li vana pir zêde nagere mixabin. Ji ber ku Tirkiye Kurdistanê cihekî kolonyal dibîne. Her tişî ji xwe re ferz dibîne û bi vî awayî êrîş dike. Dema ku qeyûm jî hat ser kar, Akademiya Cegerxwin hebû, ji ber ku li ser tîpên ‘x’, ‘w’ hebûn, bi buldozerê anîn xwarê. Karê wan a yekemîn guhertina tabelayên kurdî bû. Navên gund, tax, daristan, dibistan û kreşên ku hatine avakirin, hat guhertin û hemû saziyên çand û ziman hat desteserkirin. Xebatkarên wan hatin binçavkirin û wek sûcek kirine hatin cezakirin. Bi vî rengî êrîşên piralî hatine kirin. Ev jî perçeyên polîtîkayên bişaftinê yên herî dawî ne. Mixabin hê jî ev pêvajo berdewam dike. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene, em hêvî dikin ku êdî ev pêvajo neyê jiyîn. Ev pêvajo wê bi têkoşîn û sekna gelê kurd xilas bibe. Hêviya me heye, hêviya me ji têkoşîna me, pêşeng û gelê me re heye. Desthilatdarî jî nikare êdî polîtîkayekê bimeşîne, êdî bi polîtîkayên qeyûman nikare merheleyek din derbas bikin. Hêviya me heye ku di rêveberiyên herêmî de kurd xwe bi rê ve bibin û xwedî statuyekê bin.”
 
‘Jiyan, ziman û jin bi hev re ye’
 
Jîn da xuya kirin ku di rêveberiyên herêmî de komxebatek girîng hat lidarxistin. Jîn diyar kir ku ziman li ser dayikê meşiyaye û nifşên nû mezin bûne. Jîn bal kişand ser rol û rista jinê ya çand û ziman û wiha dom kir: “ Yê ku jiyanê li ser piya digire keda jinê ye, her çiqas bê înkarkirin jî dema ku keda jinê ji nav jiyanê bê derxistin, di encamê de zêde tiştek namîne. Ji ber vê sedemê di nav vî şerî de dê jin jiyanê li ser piya bigire û aliyê baş bidomîne, têkoşîna xwe bi her alî ve dide meşandin. Divê ev bê xuyakirin. Dema em mêze dikin dijmin herî zêde êrîşî jinan dike. Ji dayikên me re dibistanan vedikin, ji bo herin li wir tirkî hîn bibin. Cihên ku xwe îfade bikin ne bi kurdî be dayikên me xwe ji jiyanê jî dûr dixin. Ew qada ku xwe bi zimanê xwe ava bikin zêde ji wan re nehatiye hiştin. Lê ev rastî jî heye ku ne tenê peywira dayik û jinê ye. Lê dema zarokek mezin dibe, herî zêde ji dê bi bandor dibe. Ji ber vê sedemê jî jin çiqas di jiyana xwe de ziman û çanda xwe zêde bigirin, ez bawer im ew ê bandora wê ya li ser nifşên nû jî pir zêdetir bibe. Heta niha herî zêde bi keda jinê, dayikê ev çand û ziman hatiye parastin. Ji vir şûnde jî bingeh ev e. Lê belê bar ne tenê li ser jinê ye. Lê cewher û avakar jin e. Ji ber vê yekê jî divê em jiyan, ziman û jinê bi hev re bînin ziman.”
 
'Li dijî qeyûm xebatên ziman dewam dike'
 
Jîn anî ziman ku piştî 2015-2016’an hatina qeyûman derbeyek li xebatên ziman û çandê ketiye lê xebat dîsa jî bi awayekî xurt berdewam dike. Jîn destnîşan kir ku armanc ev e ku di her qadên jiyanê de ziman pêş bixînin. Jîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha behs kir: “Em karibin vî zimanî di nava taxan de, dibistanan de, bi zarokên xwe re gavekê pêşdetir bibin divê em hîn zêde bixebitin. Ji bo vê dibistanên me her çiqas tunebin jî, niha wek qurs be jî em dixwazin xebatên ziman berdewam bikin. Em dixwazin zêdetir xwe bigihînin gel û van xebatên xwe jî hîn berfirehtir bikin. Rêveberiyên heremî di vir de derfetekê ava dike. Em dikarin xwe bigihêjin gelek bajarên Kurdistanê. Lewra niha em çiqasî xebateke xurt bimeşînin jî hinekî lokal dimîne. Lê dema di rêveberiyên herêmî de polîtîkayeke ziman bê avakirin, dibistan, kreş û wek cihên em jê sûdê wergirin, jîngehên xwendin û wêjeyê bên avakirin, ew ê bêtir pêş here. Di heman demê de zarokên me wê neçin qursên ku li taxan tenê li ser oldariyê hatine vekirin. Kreşên li taxan bên vekirin jî pir girîng in."
 
'Zimanê kurdî bi wêje û dîroka xwe zimanê herî dewlemen ê heştemîn e'
 
Jîn di dawiya axaftina xwe de binê kêmxwendina pirtûkên kurdî xêz kir û diyar kir pêwîst e ku polîtîkayek berfirehtir bê pêşxistin. Jîn daxuyand ku wêje di rihê civakê de cihekî taybet digire û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber ku him ji civakê hin tişta digire û di heman demê de jî dide wê civakê, rihê civakê hinekî diteyisîne. Ji vî alî de mixabin qelsbûyinek jî heye. Dema ku em wêje, dîrok û bingeha vê çand, zimanê xwe nezanibin, mixabin em bi xwe jî çanda xwe bêqîmet dikin. Kurdî li cîhanê zimanê herî dewlemend ê heştemîn e. Polîtîkayek pir kûr hatiye meşandin. Zimanê me, nasnameya me, her tiştê me biçûk hatiye dîtin. Ji demekê şûn de derûniyek wisa tê avakirin ku tu xwe bi xwe biçûk dibînî. Divê em wan nirxên xwe yên hatiye veşartin û ber tunebûnê ve hatiye hiştin, derbixînin.”