ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 21 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê, Jîn Aryen a ku tevlî komxebata rêveberiyên herêmî ya HEDEP'ê û HDP'ê bû diyar kir yek ji mijara di komxebatê de hat nîqaşkirin ziman û çand e û diyar kir ku rêveberiyên heremî ji bo fermîbûna zimanê kurdî cihekî girîng digire. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Huriye Hamidî  diyar kir ku di sûcên îstîsmara li hember zarokan de polîtîka û gotinên desthilatdariyê bi bandorin û got beriya her tiştî divê polîtîkayek ku zarokan diparêze bê avakirin û divê bi guhertina gotinan ev bê destpêkirin. DÎMEN HEYE
 
*Koordînatora DYK FAS a Bakurê Afrîkayê Khadija Ryadî da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan di girseyên mezin de deng dane û pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin, ji welatên rojava ên pêşketî hîn zêdetir pêş de ye. DÎMEN HEYE
 
*Endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz Yildizi, Nîlufer Sayilan der barê qirkirina ekolojîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê mezin dibe de axivî û daxuyakirin ku bûyerên xwezayê ku veguherîne karesat û texrîbatê herî zêde bandorê li jinan dike û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû cîhanê ji bo parastina mafê xwezayê divê qanûnên adîlane û wekhev pêk bên.” DÎMEN HEYE
 
*Menîca Şakar a li gundê Bêgoza yê Şemzînanê hilberîneriya tûtinê dike wiha got: “Em nikarin debara xwe bikin. Ji cihekê hatiniya me tune ye. Em naxwazin çandina tûtinê bê qedexekirin. Qe nebe em pê debara xwe dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanê polîtîkayên şerê taybet û bûyera tecawizê dan û gotin ev yek bi zanebûn bi destên dewletê tên kirin. Aktîvîstên TJA’yê destnîşan kirin ku divê li hember van bûyeran tu kesek bêdeng nemîne û ser bûyeran veneşêre. Jinan, di heman demê de bang li hemû hiqûqnas, saziyên jin û zarokan jî kir ku li hemberî vê bûyera tecawizê dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE