Ciwanan piştgirî dan pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’

  • 20:10 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Ciwanên Sûriyeya  Demokratîk piştgirî da pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’.
 
Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk çalakiyek li parka 4'ê Nîsanê ya Hesekê li dar xist û bi daxuyaniyekê piştgiriya da pêngava ‘Ji  Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’.
 
Endamê meclisê Ehmed Elî daxuyaniyek da û diyar kir ku 25 sal ji ser girtina Abdullah Ocalan re derbas bûye û li girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke dijmirovahî tê meşandin. Meclisê diyar kir ku tecrîd li dijî pîvanên navneteweyî û sûcekî dermirovî ye.
 
Meclisê piştgiriya xwe ji bo pêngavê ragîhand û wiha vegot: "Em Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi hemû rêxistinên, partî û rêxistinên jinên ciwan û ciwanên demokratîk, bi coş tev li vê pêngavê dibin. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ya hatiye ferzkirin şermezar dikin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin. Her wiha em bang li tevahî gelên bindest, jin û ciwanan dikin ku tev li pêngavê bidin û piştgiriyê bidinê, da ku armancên Rêbertî yên avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk û azad ji bo tevahî gelan û mirovan pêk were."