Doza Kobanê: Siyasetmedara ne rehet ket parastina xwe nekir

  • 13:40 20 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Siyasetmedar Aynûr Aşan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî parastina xwe bidomîne. 
 
Rûniştina dawî ya danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Hinek siyasetmedar di danişînê de amade bûn. 
 
Wê danişîn roja duşemê bidome
 
Dadgehê, da zanîn ku siyasetmedara girtî Aynûr Aşan nexweş bûye û ji ber nexweşiya xwe rakirine nexweşxaneyê. Aynûr ku hate eywana danişînê, diyar kir ku nexweşiya wê berdewam dike lewma dê nekare parastina xwe bidomîne. Aynûr, xwest ku mafê axaftinê bidin parêzerê wê. 
 
Parêzerê Aynûr, Ebrû Akkal diyar kir ku tansiyona miwekîla wê pir bilind bûye, nikare xwe li ser pêyan bigire û xwest ku rojek navber were dayîn. Dadgehê têkildarî daxwazê biryara navberê da, daxwaza Ebrû qebûl kir û got ku li pêşiya parastina Aynûr tu astengiyên qanûnî nînin. Parêzer Ebrû, destnîşan kir ku ew bi cihekî de naçin û dê parastina xwe bikin. 
 
Parêzer Ozgur Erol jî got: “Ez jî wekîlê Aynûr Aşan im û dê parastinê bikim. Lê heta parastina miwekîla xwe nebînim dê nekarim parastinê bikim. Em ji we hîn bûn ku miwekîla me nexweş e. Derdekî me yê ji bo dirêjkirina danişînê jî nîne. Dixwazim ku ji bo miwekîla me, navberê bidin danişînê.” 
 
Dadgehê jî daxwaz careke din nirxand. Dadgehê got ku dibe ku parastina Aynûr û parêzerên wê di navbera 23-24-25’ê cotmehê de biqedin û ev dem demekî “maqûl e.” Dadgehê biryar da ku Aynûr parastina xwe ji roja duşemê ve bidomîne. 

Etîketan:

kobanê doz