Berîvan Saruhan: Di şer de destdirêjî wek çekê tê bikaranîn!

  • 09:11 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinê Berîvan Saruhan diyar kir ku di şerên ku mêr derdixin de destdirêjî wek çek li dijî jinan tê bikaranîn û bedena jinê dikin alava şer. Berîvanê wiha domand: “Şertên jin û zarokan her diçin zehmet dibin. Lê têkoşîn û hêza me heye. Em şerên ku jin û zarokan jibîr dikin qebûl nakin.”
 
Li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer û êrişên ku jin, zarok û sivîl dibin hedef li her derê tên meşandin. Bi polîtîkayên şer jin û zarok bi hemû êriş û destdirêjiyê re tên rû hev. Pevçûnên di navbera Fîlîstîn û Israîlê de bi salane didomin û herî dawî di 7’ê cotmehê de Hamas çû Israîlê û operasyona ‘Tufana Aksa’ pêk anî. Di pevçûnan de bi hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Jin û zarok hatin îstîsmarkirin.  Dîmenên zarokan di çapemeniya civakî de hatin bikaranîn.
 
Ji Komeleya Dema Jinê Berîvan Saruhan bandora şer a li ser jin û zarokan nirxand.
 
Berîvanê di şeran de jin û zarok hedefin û ev tenê bi deman ne sînore her tim ev wisa bû. Berîvanê wiha dirêjî daye: “Şer rolên zayendî û cudahiyên xwe dispêrên zayendan mayînde dikin. Mixabin karasetên jin û mêr cuda tên jiyîn. Li herêmên şer jin bi tehdîdên îstîsmar û destdirêjiyê re tên rû hev. Şer pir caran mirovan ji cihê wan dikin. Jin di kampan de dimînin. Pirstgirêkên nexweşiyan hijyen û tundiyê dijîn. Jinên ji şer sax xilas dibin vê carê li cihên bi cih dibin jî ewlehiya wan tuneye.”
 
Encam û bandorên psikolojik
 
Berîvanê destnîşan kir ku şert û mercên şer encamên neyînî jî bixwe re tîne û wiha bi lêv kir: “ Ji texrîbata çandî û civakî bigirin heta xizmetên tenduristiyê, xwedîhandina hewcedariyên tibî, travmayên şer, xesarên mezin yên zehmet li ser mirovan dihêlin. Jin û zarok bi tundiya fîzîkî û rihî re tên rû hev. Di şerên zîhniyeta serdest de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin.”
 
‘Destdirêjî wek çek tê bikaranîn’
 
Berîvanê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Dewlet di avakirina netew dewletan de jinan wek faktora esas dibînin. Netewdewletên ji aliyê mêran ve hatine amadekirin û şer destdirêjiyê wek çek li dijî jinê bikar tînin û bedena jinê dikin alava şer. Bêguman ev di heman demê de ji newekheviya zayendî jî pêk tê. Di şert û mercên şer de îstîsmara jinê ne wek bûyerek siyasî wek parçeyek hêsan a jiyanê tê dîtin. Dema şer de tundiya zayendî û fîzîkî zêde dibe. Lê em jin dibêjin ku em li dijî van polîtîkayên şer têdikoşin. Têkoşîn û hêza me heye.”
 
‘Em şerê ku jin û zarokan jibîr dikin qebûl nakin’
 
Berîvanê destnîşan kir ku yekane tişta bê kirin ev e ku şer ji holê bê rakirin û got: “Di hawirên şer de divê cihên starbûnê bên avakirin. Yên ewil tên hişê mirovan kampên penaberan e. Ev ev cih jî çiqas bi ewlene nayê zanîn. Divê ewlehî û perwerdehiya zarokan bibe şerta ewil. Zarokên ji şer bi bandor dibin divê piştgiriya psikolojik û dermankirinê bê dayîn. Divê jib o jinan piştgirî di her alî de bê dayîn. Em şerê ku jin û zarokan jibîr dikin qebûl nakin.”