Mehtap Işik a OHD’yî: Divê DMME Tirkiyeyê zêdetir bide zorê

  • 09:09 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hevberdevka OHD’ê Mehtap Işik tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got ji bo serlêdanên wan ên hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn û wê hewldanên xwe bidomînin. Mehtabê got divê DMME Tirkiyeyê zêdetir bide zorê.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û girêdayê tecrîdê pirsgirêkên krîza aborî, êrîşên li ser jinan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û li ser civakê her diçe zêde dibin.
 
Hevberdevka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik tecrîd nirxand.
 
‘Em tu agahiyê nagirin’
 
Mehtabê da zanîn ku di alî hiqûqî de divê girtiyekî ku cezayê muebeta giran girtiye bi malbat û parêzeran hevdîtinê bike û got: “Ev mafekî hiqûqî ye. Hevdîtin ji bo girtî mafekî esas e. Em vî mafî dixwazin. Lê bersiva tu serlêdanên me nayên dayîn. Ji ber vê em bi fikar in. Em der barê rewşa Birêz Ocalan de tu agahiyê nagirin. Em şert û mercên tenduristiya wî û daxwazên wî nizanin.”
 
Qawişên yek kesî tên avakirin
 
Mehtabê bi lêv kir ku tecrîda giran bandorê li ser hemû girtîgehan jî kiriye û wiha daxuyand: “Tecrîda Îmraliyê sînor bezandiye û li ser hemû girtîgehan kiriye. Hiqûq bi giştî ji holê rabûye. Zextên mezin mijara gotinê ne. Îro di şertên tecrîdê de qawişên yek kesî li girtîgehan tên avakirin. Bi taybet di girtîgehên nû hatine çêkirin de ev qawişên yek kesî tên çêkirin. Bi taybet li girtîgehên Tîpa Y û S her kes di qawişên yek kesî de tên girtin. Girtiyên muebet û muebeta giran. Hemû di qawişên yek kesî de dimînin. Li girtîgeha Dumlu ya Erzirom û girtîgehên Ewlehiya Bilind Tîpa S û Y tune ye lê qawişên yek kesî li wir jî hene. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû civakê û girtiyan jî kiriye. Jiyana girtiyan tê tehdîdkirin û binpêkirinên mafan zêde bûn.”
 
Bersiva serlêdanan nayê dayîn
 
Mehtabê destnîşan kir ku wek OHD û Baroyê di dîrokên Hezîrana 2022 û cotmeha 2022’yan de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwaz kirine, lê tu bersiveke ne erênî ne jî neyînî hatiye dayîn û wiha nirxandina xwe kir: “Pergala Îmraliyê pergalek balkêş e. Tu daxwaz nayên bersivandin. Hiqûq bi tu awayî pêk nayê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Ocalan biryara ‘mafê hêviyê’ da. Li gorî vê biryarê kesek seranserê jiyana xwe nikare girtî bimîne. Lê tevî vê biryarê Tirkiye li gorî qanûnan tev nagere. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Ji aboriyê bigire heta tundiya li ser jinan heta zextên li ser girtîgehan û civakê. Divê DMME di alî hevdîtinan de Tirkiyeyê bide zorê.”
 
‘Wê serlêdan bidomin’
 
Mehtabê diyar kir ku wê serlêdan bidomin û wiha dawî lê anî: “Welat pêkanînên tecrîda giran nake rojeva xwe. Girtîgeha Îmraliyê nake rojeva xwe. Wekî ku cihekî wisa giravek wisa tune ye tevdigerin. Lê tecrîdek giran heye. Dijhiqûqiyek mezin heye. Biryarên DMME’ê pêk nayê. Em ê wek OHD’ê ji bo pêkanînên tecrîdê ji holê rabin serlêdanên xwe bidomînin.”