Erdhejzede mafên xwe fêr dibin

  • 09:03 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - DAKAH - DER’ê ji ber sedema erdhejê projeya ‘Konê Jinan a Semsûrê’ ava kiribû. Parêzera hiqûqî ya projeyê Şîrvan Yakut der barê pirsgirêkên ku jin dijîn de axivî û diyar kir tiştên ku jinan berê wek rast dizanibûn di esasê de şaş zanîbûne û di vê mijarê de ya rast nîşanê jinan dane.
 
Şopa erdheja di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir hîna didome. Tevî ku demek dirêj ji ser erdhejê re derbas bû pirsgirêk didomin.Yek ji bajarên ku pirsgisrêk hîna lê tên jiyîn Semsûr e. Jin pirsgirêkên cidî dijîn. Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinê (DAKAH-DER) bi projeya ‘Konê Jinan a Semsûrê’ piştgiriyê dide jinan. Parêzer Şîrvan Yakut a di çarçoveya projeyê de alîkariya hiqûqî dide û her wiha cîgira seroka lijneya rêveber a DAKAH-DER’ê ye der barê pêvajoyê de axivî.
 
Şîrvanê diyar kir ku erdhej bûye sedema karesatên mezin û herî zêde jî bandor li jinan kiriye û got: “Me li Amed û Semsûrê alavên paqijiyê û hewcedariyên sereke balav kirin. Li Semsûrê hewcedarî pir zêde bû. Kesên alîkarî digirtin hejmara wan pir kêm bû. Li ser vê me giranî da Semsûrê. Me biryara planên demdirêj girt. Di vê esasê de ji meha gulanê de ye em li Semsûrê piştgiriya xwe didin.”
 
‘Me konê jinê ava kir’
 
Şîrvanê bi lêv kir ku ji meha gulanê şûnde konê jinê ava kirine û wiha bi lêv kir: “Ev 5 meh in, em di konê jinê de piştgiriya hiqûqî, perwerdehiyên tenduristî, derûnî didin. Di heman demê de me atolyeyên ku ji bo jinan baş e pêk anîn. Depoyek me navê wê kiriye depoya hewcedariyê heye. Koma Piştevaniya Femînîst ev depo ava kiribû. Ew êdî nehatin qadê û li ser vê me daxwazên jinan tespît kir û tiştên di depoyê de me li ser hewcedariyan belav dikir.”
 
‘Me gelek perwerde dan’
 
Şîrvanê diyar kir ku dema perwerdehiyên hiqûqî û tenduristiyê dane, mijarek derketiye holê û ev mafê jinan bû. Şîrvanê di vê mijarê de jî wiha got: “Jinan mafên xwe nizanibûn. Jinên ji bo piştevaniyê dihatin, dema me bersiv dida matmayî diman. Dîtin ku gelek tiştên wan rast dizanibû, di esasê de şaş in. Di vî alî de ev maf çine, ji kê çawa dikarin alîkariyê bigirin fêr bûn. Naveroka perwerdehiyên hiqûqî ne tenê tundî bû. Me der barê serlêdanên sûc, serlêdanên îdarî û tezmînat, maf û aboriyê de agahî dan. Dîsa me di alî qanûna hejmara 6284'an de ku mafên wan diparêzin de perwerde dan.”
 
‘Jinên penaber zêdetir pirsgirêkan dijîn’
 
Şîrvanê anî ziman ku ne tenê jinên Semsûrê jinên penaber jî hatine konê jinan û ji wan re jî mafê wan vegotine û wiha vegot: “Jinên penaber zêdetir bi binpêkirinan re dihatin rû hev. Me digot beriya perwerdeya hiqûqî divê faliyetên şêwirmendiyê bên kirin. Me şêwirmendî û rê nîşan dida.”
 
Şîrvanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê û bi lêv kir ku wê bi vê wesîleyê dîsa li Semsûrê bin.