ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 20 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Jinên tevlî panela ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew xebat û têkoşîna xwe didomînin û wiha gotin:"Ji bo em sosyolojî û ramanên Rêbertî ya ji bo çareserkirina şer û aloziyên cîhanê bidin pêş, em ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka OHD’ê Mehtap Işik tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got ji bo serlêdanên wan ên hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn û wê hewldanên xwe bidomînin. Mehtabê got divê DMME Tirkiyeyê zêdetir bide zorê. DÎMEN HEYE
 
*Dîlber Tanrikulu ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê dimîne, Wezareta Aborî û Xezîneyê 5 hezar û 420 TL bedela îaşe tebligê navnîşana malbata wê kir. 
 
*Endama Komeleya Dema Jinê Berîvan Saruhan diyar kir ku di şerên ku mêr derdixin de destdirêjî wek çek li dijî jinan tê bikaranîn û bedena jinê dikin alava şer. Berîvanê wiha domand: “Şertên jin û zarokan her diçin zehmet dibin. Lê têkoşîn û hêza me heye. Em şerên ku jin û zarokan jibîr dikin qebûl nakin.”
 
*DER’ê ji ber sedema erdhejê projeya ‘Konê Jinan a Semsûrê’ ava kiribû. Parêzera hiqûqî ya projeyê Şîrvan Yakut der barê pirsgirêkên ku jin dijîn de axivî û diyar kir tiştên ku jinan berê wek rast dizanibûn di esasê de şaş zanîbûne û di vê mijarê de ya rast nîşanê jinan dane.
DÎMEN HEYE
 
*Li Îdirê dayîka zaroka ku destdirêjî lê hat kirin  M.A., destnîşan kir ku keça wê dema li Îdirê li yûrdê di bin parastinê de bûye bi tundiyê re rû bi rû maye û piştre wê birine bajarekê dinê û got ku dewletê çawa keça min pastiye.  Keça min xwe bi xwe ji xwe re li rêyeke çareseriyê geriyaye. DÎMEN HEYE
 
*"Ji bo heqîqet  û rêbaz bên pêşxistin, rêxistinbûn bê kirin divê şert û merc baş bên tahlîlkirin. Divê têliyek rast ya bi jiyana civakî û siyasî re bê avakirin. Karekerên demê jî wê ev nêzîkatî diyar bike. Esasên têkoşîna azadiya jinê jî xwe dispêrin vê esasên îdeolojîk." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ