Li Mêrdînê li dijî şer daxuyanî: Em ê aştiyê biparêzin

  • 20:17 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê li diji êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê daxuyanî da û got: “Pirsgirêka Fîlîstînê û pirsgirêka Kurd pirsgirêkên herî mezin yên Rojhilata Navînin û heta ku ev her du pirsgirêk bi riyên aştiyane neyên çareserkirin li Rojhilata Navîn aştî ne pêkane.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li diji êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê li Parqa Karayollari daxuyanî da.
 
Berdevkê Demî yê KESK’ê yê Mêrdînê Firat Ergul daxuyanî xwend. Firat balkişand ser êrîşa Israîlê ya li hember nexweşxaneya li Gazzeyê û da zanîn ku êrîş sûcê şer û mirovahiyê ye û wiha got: “Pirsgirêka Fîlîstînê û pirsgirêka Kurd pirsgirêkên herî mezin yên Rojhilata Navînin û heta ku ev her du pirsgirêk bi riyên aştiyane neyên çareserkirin li Rojhilata Navîn aştî ne pêkane.Em ê li dijî şer her tim aştiyê biparêzin.”