Şêniyên Dirbêsiyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin

  • 16:00 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dawîanîna li tecrîdê kir.
 
Ji bo piştgiriya hemleya cîhanî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”, şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xist.
 
Girseya gel di çalakiya xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.
 
Meşê ji Çerxerêya Şehîdan dest pê kir û li ber navenda Kongra Star a navçeyê veguherî mitîngê.
 
Di mitîngê de hevserokê Meclisa Bajarokê Sêgirê Xalid Yûsif axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir. Xalid got: “Dijmin bi siyasetên xwe yên dijminane hewl dide ku gel ji xeta Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Lê gel di berxwedana xwe de girêdana xwe bi Rêbertî re îsbat kir.”
 
Xalid wiha domand: “Heta dawîanîna li tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin.”
 
Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Bedîe Erebo jî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT`yê li hember tecrîdê şermezar kir û got: “Em soz didin ku li gorî raman û felsefeya Rêberê xwe bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk tê.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.