Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê dewam dike

  • 15:58 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 3'yan de bi beşdariya xelkê navçeyên Girkê Legê, sazî û meclisên sivîl ên Qamişloyê dewam dike.
 
Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê ya ji bo piştgiriya Pêngava 'Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' di roja 3'yan de dewam dike. Îro bi sedan xelkê navçeyên Girkê Legê, nûnerên ji saziyên rêveberiyê yên Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn. Kon li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY'yê ya li bajêr hatiye danîn.
 
Dayikên aştiyê bi diruşmên 'Bijî Serok Apo'û 'Bê Serok Jiyan Nabe' xelk pêşwaz kir. Di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatma El Casim hevgirtina şêniyan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir.
 
Fatma diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya Abdullah Ocalan di nava ewlehiyê dijî û wiha domand: "Em bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu jiyanê qebûl nakin."
 
Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Emel Şemdîn jî helwesta gel li hember azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan silav kir û got: "25 sal in têkoşîna di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de dewam dike. Ji roja yekemîn a komployê û heta îro şênî banga azadiya wî ya fîzîkî dikin. Ev deng nasekinin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Emel da zanîn ku êdî felsefeya Abdullah Ocalan hêviyeke nû li hember siyasetên pergalên cîhanê yên li ser bindestkirin û qirkirina gelan afirandiye.
 
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl bal kişand ser sedemên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girankriina tecrîdê û wiha got: "Rêbertî siyasetên dewletên hegemon bi felsefeya xwe teşhîr kirin. Ji lew re ew tecîrdê giran dikin. Ji ber ku xeteriya fikra Rêbertî li hember pêkanîna berjewendiyên wan ên mêtingerî baş dizanin."
 
Mihemed wiha domand: "Bi saya fikra wî em li hember çeteyan sekinîn, hêzên xwe yên leşkerî ava kir û li kêleka wê jî saziyên xwe bi rêxistin kirin.”
 
Her wiha welatiyê ji pêkhateya Ereb Mihemed Hewasî jî banga tevlêbûna girseyî ya çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan de tên lidarxistin.
 
Piştî axaftinan, koma Xebat a herêma Dêrikê li ser berxwedana  Abdullah Ocalan stran gotin, sînevîzyon li ser armancên komploya navneteweyî, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên beşdarî komployê bûne hate pêşkêşkirin, li kêleka wê jî pergala tecrîd û îşkenceyê hat şîrovekirin.
 
Çalakî bi beşdariya xelêkê taxa Kornîş a Qamişloyê dewam dike.