Banesha bi îşkenceyê hatiye qetilkirin

  • 15:09 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
TRABZON - Derket holê ku Banesha Mamîsheva li Trabzonê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Kiryar Murat Baytar jî hat girtin. 
 
Banesha Mamîsheva ya bi eslê xwe gurciye li taxa Çomlekçi ya Trabzonê dijiya. Malbata ku agahî jê negirt derbarê Baneshayê de serlêdan kir. Di 10'ê Cotmehê de cenazeyê Baneshayê di avahiyekî de hat dîtin. Piştî otopsiyê derket holê ku Banesha bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. 
 
Hat diyarkirin ku Banesha ji hêla Murat Baytar ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. 
 
Her wiha hat hînbûn ku 12 sûcên Murat Baytar hene û Murat qetilkirina Baneshayê ya bi îşkenceyê qebûl kiriye. Piştî îfade dayînê sewqê edliyê hat kirin û dû re jî hat girtin.