Bi navê ‘Tecrîda 25 salan heta ku?’ sempozyûmek hat lidarxistin

  • 14:24 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înisyatîfa Nûn a ji bo Ocalan Azadî bi senavê ‘Tecrîda 25 salan heta ku?’sempozyûmek li dar xist. 
 
Înisyatîfa Nûn a ji bo Abdullah Ocalan Azadî bi dirûşma ‘Ji bo Rêber Ocalan Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî,’ li seranserê cîhanê zêdeyî 74 welatan di çarçoveya kampanyaya kurewî ya ku hatiye destpêkirin de, bi sernavê ‘Tecrîda 25 salan heta ku?’ sempozyûmek li dar xist.
 
Di sempozyûma ku bi bernameya Zoomê di 18’ê Cotêmehê de li dijî tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin hat lidarxistin de, ji Tirkiye, Rojhilata Navîn, welatên Bakurê Afrîqayê, siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger û aktivîstên mafên mirovan beşdar bûn. Moderatoriya sempozyûmê ji aliyê endama Konseya Giştî ya Partiya Sûriyeyê Hind Dagistanî ve hat kirin. 
 
Di sempozyûmê de zanyara siyasetê Dr. Farnaz Attia axivî û da zanîn ku gelek aliyên komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene û wiha got: “Yek ji van jî tunekirina gelê Kurd û têkoşîna wan a azadiyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan hewldana tunekirina ruhê gel ê rizgariyê ye.”
 
Sekreterê giştî yê Komeleya Parêzeran a ji bo Azadiyê parêzer Rengîn Ergul bi bîr xist ku pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê li dijî hiqûqê ye û got: “Ev hemû binpêkirin ji ber bêdengiya civaka navneteweyî tên pêkanîn. Ji bo ev tecrîda dijhiqûqî bi dawî bibe, di serî de komîteya li dijî Îşkenceyê, tu aliyê hiqûqî yan jî rêxistinên mafên mirovan mudaxeleyek nekirine.”
 
Berdevka Înisyatîfa Nûn a ji bo Abdullah Ocalan Azadî parêzer Sawsan Şoman destnîşan kir ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn divê Abdullah Ocalan azad bibe û sîstema netewa demokratîk bikeve meriyetê û wiha got: “Welatên Rojhilata Navîn di encama polîtîkayên otorîter de êşê dikşînin. Êdî dema ku azadî li hêrêmê serwer bibe hatiye. Ji derveyî Ocalan tu sîstemeke siyasî, li gorî hêviyên gel, nehatiye avakirin.”
 
Di sempozyûmê de nîqaşên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de û ji bo Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe pêşniyarên çareseriyê hatin kirin. Beşdaran diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê, li herêmî wê têkoşînê bidomînin.