Li Êlihê jinek hat binçavkirin

  • 13:22 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
ÊLIH -  Mekiye Saglam (58) îro li Êlihê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de bi ser mala welatiya bi navê Mekiye Saglam a li Taxa Tîlmerç a navenda Êlihê de girtin û Mekiye binçav kirin. Hat zanîn ku Mekiye bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. 
 
Di dema lêgerîna li malê de polîsan dest danîn ser wêneyê Pelda Saglam (Arîn Dêrsim) ku di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.