Jinên Efrînê piştgirî dan pêngava azadiyê

  • 12:39 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên jinan ên kantona Efrîn û Şehbayê jî piştgirî da Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.
 
Kongra Star li ser navê saziyên jinan ên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya Pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” daxuyaniyek da.
 
Tê zanîn ku pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ya 10'ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin, hatiye destpêkirin.
 
Daxuyanî li Parka Rêber Apo ya li gundê Til Sosînê yê navçeya Ehdas a herêma Şehbayê ji aliyê endama Meclisa Efrîn û Şehbayê Rêgez Lolo û endama Kongra Star Emel Îsmaîl ve bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin û bi dehan jinên herêmê beşdarê bûn.
 
Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Dem dema Azadiyê ye" rakirin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em piştgiriya xwe ji bo pêngava gelêrî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan radigihînin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriya aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn bîne.”