Li Amedê atolyeya rêveberiya herêmî hat lidarxistin

  • 11:19 19 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Lîjneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HEDEP'ê, ji bo nîqaşkirina polîtîkayên jinan ên herêmê atolye li dar xist. 
 
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), li Plazaya Kalender a navçeya Bajarê Nû ya Amedê atolye li dar xist. Jinan berî di 11'ê Mijdarê de li Enqereyê "Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xweser a Demokratîk" li dar bixin li Amedê Atolyeya "Lîberalîzm û Rêxistinbûyin" li dar xistin. Gelek kes tevlî atolyeya ku li Şaxa Odeya Endazyaran a Amedê hat lidarxistin, bûn. 
 
Wê bi biryarên hatine girtin herin konferansê 
 
Axaftina vekirinê ya atolyeyê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Belgin Laçin Diken hat kirin. Belginê da zanîn li pêşiya wan hilbijartinek heye û divê wekî jin bi awayekî xurt tevlî vê hilbijartinê bibin û wiha got:"Em hevalên xwe yên jin ketin nava xebateke xurt a derbarê pêvajoyê de. Me xebatên xwe ji ser atolyeyan dan destpêkirin. Me li Amed, Serhed û Botanê dest bi xebatan kir. Bi biryarên hatin girtin em herin konferansê. Em bi feraseta zelal a jinan tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin."
 
'Ji bo em hîn xurt bibin me dest bi atolyeyan kir'
 
Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Rozerîn Îldan piştre axivî. Rozerînê wiha got:"Ew ê li gor feraseta jina azad pêvajo pêş biçe. Em ê li ser rêxistinbûyinê nîqaşên xwe bikin. Ji bo em hîn xurt bibin me dest bi atolyeyan kir."
 
Piştî axaftinan atolyeyê ji çapemeniyê girtî dewam kir.