Xuşka Arzû ya hat qetilkirin: Em tenê hiştin

  • 10:07 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Xwişka Arzû Rahîme Elen bertek nîşanî 15 sal cezayê girtîgehê yê li Mahmut Elen ê ku Arzû Elen qetil kir da û got: “Her kesê ku di dozê de soz dabûn dê bi me re bin em bi tenê hiştin. Dadgehê bi malbata Mahmut Elen re li hev kir û 15 sal cezayê girtîgehê lê birî. “Em tu carî vê biryarê qebûl nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
 
Li hemberî qetlîamên jinan tu tedbîr nayên girtin, dadgeh jî biryarên ku teşwîkî qetilkirin dikin didin.Mînaka herî dawî jî daxistina 15 salan cezayê hepsê yê li Şervan Gulel ê li Rihayê Hasret Tutal qetil kir bû. Di doza Mahmut Elen ê ku li navçeya Curnê Reş a Rihayê Arzû Elen qetil kir, hat dîtin. Di danişîna doza Mahmut Elen ê ku Arzûya ku pê re hatibû zewicadnin di 4' ê Îlona 2022'an de li Curnê Reşê qetil kir di 11' ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Siwêregê hat dîtin de 18 sal cezayê girtîgehê li kiryar hat birîn. Lê bi hinceta rewşa baş a kiryar ev ceza hat kêmkirin û daxistin 15 salan.
 
'Tu kes li doza me xwedî derneket'
 
Xwişka Arzu Rahîme Elen bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku hemû kesên ku di dema darizandinê de soza piştevaniyê dane wan ew tenê hiştine. Rahîme wiha berdewam kir, "Parêzer, komeleyên jinan, sazî, namzedên partiyan beriya hilbijartinê bang kirin û gotin ku em we bi tenê nahêlin û em ê dozê bişopînin. Lê ev kes li sozên xwe xwedî derneketin. Niha em careke din ji bo biryarê dengê xwe bilind dikin, lê kes dengê me nabihîse. Min bûyer ji xeta telefonê ya ragihandinê ya ATV'yê re ragihand ku ji bo ji wekî nûçe bê weşandin lê wan bawer im asteng kir û nûçe nehat weşandin. Herwiha min ji Muge Anli re jî ragihand lê wê jî got ku ji ber ne bûyerke kiryar ne diyar re wê pê eleqedar nebe. Min reportaj da gelek cihan û min gelek tişt gotin lê ji nava goinên min bijartin û dan. Gelo tiştên min vegotibûn negirîng bûn ku wekî paragrafekê dan."
 
'Ji bo jinek din neyê qetilkirin!'
 
Rahîme bal kişand ku divê pêşî li qetlîamên jinan bê girtin û got, “Divê dewlet qanûnek cuda derxe. Cezayê kesê ku mirovek bikuje û yê ku sûcekî normal bike bila nebe yek. Kesên ku kesekî bikujin, ne 15 û 18 sal, divê bi cezayê muebbetê bên cezakirin. Divê ev biryar bê betalkirin. Ger hewce bike ez ê ji bo edaletê jî biçim Meclîsê. Bila her kes dengê me bibihîze. Ya min banga alîkariyê ye. Xuşka min venagere, lê ji bo jinek din neyê kuştin divê kiriyar bi cezayê giran bên darizandin. Heta nefesa dawî ya jiyana xwe heta edalet pêk were ez ê dozê bişopînim. Malbata aliyê din min û malbata min bi kuştinê tehdîd dikin. Ger tiştek bê serê me Mahmut Elen û malbata wî berpirsiyar in. Dadger û endamê komîsyonê yê heyeta dadgehê di rûniştina ku dê biryar bê dayîn de guhertin. Tenê yek ji endamên dadgehê îtîraz kir ku cezayê hatiye dayîn gelekî kêm e. Parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî beşdarî rûniştina dawî nebû. “Dema em li van hemûyan dinêrin, em dibînin ku biryara hatiye dayîn ne di cih de ye û em dizanin ku malbata Îzol û malbata Mahmut Elen li pişt vê biryarê ne."