19'ê Cotmeha 2016'an: Jinên Arjantînî dest bi grevê kirin

  • 09:02 19 Cotmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Jinên Arjantînî bi dirûşma #NiUnaMenos/#BirKadınDahaEksilmeyecegiz dest bi grevê kirin. 
 
Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne: 
 
1909: Fizîkvana navdar Marguerite Perey îro hat dinê. 
 
1943: Peykertiraşa Fransî Camîlle Claudel îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2016: Li Parîsa Fransayê Tevgera Jinên Kurd ên Ewroyê bi navê "Çalakiya Edaletê" ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên dîtin çalakiyek li dar xistin. 
 
2016: Ji hêla 17 girtiyên jin ve li ser Jineolojiyê nivîs hatin amadekirin û Akademiya Jinan a Azad a Amedê jî nivîsên 17 girtiyên jin kir pirtûk. Pirtûka Jineolojiyê ji hêla rojnameger Necibe Qerejdaxî ve bi soranî hat wergerkirin. 
  
2017: Girtiyên Jin li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Li Girtîgeha Baybûrtê jî girtiyên jin li dijî tecrîdê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. 
 
2017: Li Çerxerêya El Neîm a Reqayê YPJ'ê derbarê azadiya Reqayê de daxuyaniyek da û azadbûna Reqayê ji hêla Nesrîn Abdullah ve hat îlankirin.
 
2017: Jinan li dijî qebûlkirina mahrbirîna muftîtiyan a ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû, bi hashtaga '#MüftülükYasasıHükümsüzdür' li ser medyaya dîjîtal çalakî li dar xistin. 
 
2019:  Kollektîfa Greva Jinan a Biel a Swîsre li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû jinên cîhanê kir û xwestin li dijî êrîşan bikevin nava hewldanan.