ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 19 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Seroka Komeleya Mîmozayê ya Jinan Çîgdem Goksu, bal kişand ser girîngiya di rêveberiyên herêmî de têkoşîna bi tundiyê re. Çîgdemê, diyar kir ku bi rêxistina di bin banê rêveberiyên herêmî û rêxisitnkirina di bin banê saziyên jinê û yên sivîl de dê têkoşîn mezin bibe û ev têkoşîn dê encam gir be.  DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hourshan Husseîn der barê kampanyaya navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Em dizanin ku hêza guhertinê û sekinandinê ya êrişan heye. Heta niha ji ber dengê rayagiştî ne bi bandor bû êriş nesekinin. Em banga tevlibûnê li hemû aliyan dikin ku kampanya  mirovahiyê îmze bikin.” BI DÎMEN
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Zarokan Rojda Hanay da zanîn ku hewcedariyên zarokan diyar dikin û bi bexşên tên kirin kêmasiyan çareser dikin û banga piştgiriyê kir.  DÎMEN HEYE
 
*Li Îdirê derket holê ku zarokekê nêzî 4-5 mehan ji aliyê 6 mêran ve bi tecawizê rûbirû ma û fuhuşê lê dane kirin.
 
*Endama Parlamentoya Katalanyayê û ji Komîsyona Karê Derve ya Namzetiya Yekitiya Populer (CUP) Eulalîa Reguantg Cura got: “Bêguman tecrîd rewşek dijmirovî û di heman demê de li dijî îradeya aştiyê ye. Civaka navneteweyî bi hikûmeta Tirk re dikeve hevkariya suc û mixabin vê pirsgirêkê çareser nake.”DÎMEN HEYE