Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi dawî bû

  • 20:05 18 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebata ku bi dirûşma ‘Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî’ li salona civînê ya MSD’ê ya li Reqayê bi beşdariya 100 delegeyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî herêmê li dar xistibû bi dawî kir.
 
Encamnameya dawîn a komxebatê ji aliyê seroka Komîteya Jinan a Meclisa Civakî ya Ermen a Hesekê Losnak Kaforyan ve hate xwendin. 
Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Komxebata Yekitiya Jinên Ciwan û Nivîsgeha Jinên Ciwan a MSD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma  ‘Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî’ bi beşdariya tevger û rêxistin, partiyên jinên ciwan ev komxebat bi giyanê şehîd Vîjin, Bêrîtan û Weed li dar ket û em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza kurd hatiye ragihandin silav dikin.Komxebat bi nêzîkbûna salvegera 6’an a rizgarkirina Reqayê ji rêxistinên terorîst li bajêr li dar ket û mijarên bingehîn ên îdeolojiya azadiya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1998’an de ragihandiye, hatin nîqaşkirin. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina herêmên dagirkirî, pêkanîna şerge ê şoreşgerî, xilaskirina jinên bindest ji tundiyê, divê her 5 rêgez; jin, azadî, Jin, Jiyan, Azadî ji bo têkoşînê esas bêgirtin.”
 
Piştî nirxandina berfireh a her 5 rêgezan, beşdaran li ser xalên li jêr li hev kirin:
 
“*Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê li ser tevahî astan pêwîst dike.
 
*Divê ji vê bêtir, balê bikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan da ku wê bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.
 
*Der barê pênasekirina raman û felsefeya Rêber Apo de û nasandina jinên ciwan bi her 5 rêgezên azadiya jinan, dewreyên perwerdeyê yên jinên ciwan bên vekirin.
 
*Di aliyê zayendperestiyê de beşa ciwanan bê perwerdekirin û hişyarkirin.
 
*Lidarxistina komxebat, semîner û civînên dîtir ji jinên ciwan re.
 
*Li ser soza tolhildanê beyî cudayî di navbera ol, mezheb û pêkhateyan de şopandina rêya şehîdan.
 
*Li hember êrişên li dijî herêmê û jinên ciwan, bi rêya yekitiyê û mezinkitina têkoşîn û berxwedanê ta bidestxistina serkeftinê, helwest nîşan bidin.”