Derbarê Dîcle Muftuoglu de îdianameya du rûpel û nîv

  • 09:08 18 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka DGF’ê û edîtora MA Dîcle Muftuoglu 5 meh in girtiye û ji îdianameya 43 rupel ya der barê wê de hatiye amadekirin balkêşe ku du rupel û nîv aîdê wê ye.
 
Di nav de Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu jî hebû  5 jê girtî der barê 49 kesî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hat destpêkirin û îdianameya di 18’ê Tîrmehê de hat temamkirin di 27’ê Tîrmehê de 28’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê radestê dozger kir.  Dadgehê da zanîn ku îdianame bi komî hatiye amadekirin û divê îdianame şexsî bê amadekirin.
 
Dadgehê pêvajoya piştî vê de îtîraza dozgeriyê jî red kir. Li ser vê dozgeriyê di 6’ê îlonê de derbarê Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA Sedat Yilmaz ku bi hev re hatibûn binçavkirin û girtin de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘avakirin rêxistinê’ îdianame amade kir. Heman dadgehê ev îdianameya dozger jî qebûl nekir û di 21’ê îlonê de biryara qelsiyê da. Dadgehê di vê biryara xwe de jî da zanîn ku îdia li Amedê derbas dibin û ji ber vê jî biryar da ku îdianameyê bişînin Dadgeha Ceza Giran a Amedê.
 
Îdianameya derbarê Dîcleyê de di 6’ê îlonê de hat amadekirin û 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê îdianame qebûl kir û runiştin jî wê 7’ê Kanûnê de be.
 
Nasnameya rojnamegeriyê hat jibîrkirin
 
Di îdianameya 43 rupelî ya derbarê Dîcleyê de hatiye amadekirin de tenê du rupel û nîv aîdê Dîcleyê de ye û yên din jî der barê îfadeyên şahidên veşarî yên der barê PKK û KCK’ê de ne. Di îdianameyê de faliyetên rojnamegeriyê, hevdîtinên telefonê yên bi hevpîşeyên xwe re û çavkaniyên nûçeyan re kirine wek  sûc û endamtiya rêxistinê hatiye nîşandan. Di îdianameyê de nasnameya rojnamegeriyê ya Dîcleyê hat jibîrkirin. 
 
Agahiya şaş wek rast hat parastin
 
Di îdianameyê de yek ji xala din ya bale dikşîne serdanê derveyê welat yên Dîcleyê bûn. Ev derketinên derveyê welat jî wek îdiaya ‘îrtîbat û têkiliya bi rêxistinê re’ hat dîtin û  cih dan navê kesên ku der barê wê de kiryarî kirine. Her wiha di îdianameyê de cih dane raporên analîza aborî ya ji aliyê MASAK’ê ve hatine amadekirin û dan û standina pere ya Dîcleyê bi îdiaaya ‘endamtiya rêxistinê’ wek sûc hat dîtin.