ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 18 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Rojnamger Nûvîn Îsmalîl êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got hemû navendên xizmetê hedef tên girtin û got: “Em bi rewşek cidî re rû bi rû ne. Li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê sekna gel berxwedan û têkoşîne. Wê axa xwe biparêzin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka DGF’ê û edîtora MA Dîcle Muftuoglu 5 meh in girtiye û ji îdianameya 43 rupel ya der barê wê de hatiye amadekirin balkêşe ku du rupel û nîv aîdê wê ye. 
 
* Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak balkişand ser armanca tayînkirina qeyûman û girîngiya rêveberiyên xweser û wiha got: “Pergala hevserokatiyê wek tehdîd dibîne. Modela rêveberiyên herêmî ya hemû nasnameyan dihewîne hedef tê girtin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’a Kartalê Aygul Sîncar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê destkeftiyên jinan hedef digirin û wiha got: “Ev zîhniyeta serdest a mêr tecrîd û şer giran dike. Em ê jin bi awayekî xurt li dijî van êrîşan bisekinin û em natirsin. Yekane hêza vê pergalê biguhere em in. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin." BI DÎMEN 
 
*Li MED-DER’ê ku bi zimanên kurdî perwerdê dide, perwerdehiyên dema nû dest pê dike. Hevsreoka MED-DER’ê Şukran Yakut li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê banga tevlibûna kursên ziman li Gelê Kurd kir. BI DÎMEN 
 
*Ji Koma Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar kongreya Partiya Çep a Kesk, têkoşîna gelê Kurd û şerê li Rojhilata Navîn nirxand û wiha bal kişand ser rola jinan û  got: “Di vê tabloya global de rola jinan gelek girîng e. Di têkoşîna Kurdan de bi taybet rola jinên Kurd gelek girîng e. Ez dikarim vê bêjim bêyî wan tu şoreş pêk nayê. Bêyî têkoşîna jinan şoreşek rastîn ne pêkan e.” DÎMEN HEYE