Stranbêja Fîlîstînî Dellal Ebu Amîne hat binçavkirin
- 17:51 17 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçavkirin.
Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin û têkildarî mijarê daxuyanî dan. Hat ragihandin ku Dellal Ebu Amîne bi îdiaya “li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal piştgirî daye Filistînê û bûyer sor kirine” hatiye binçavkirin.
Polîsan xwestin dema binçavkirinê ya stranbêja filistînî dirêj bike û li ser vê daxwazê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nasirayê.