Dayika Zekiye Alkan hat oxirkirin

  • 15:07 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dayika Zekiye Alkan a bi navê Îsmet Alkan a ku bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Narlidereyê hat veşartin. 
 
Dayika Zekiye Alkan a bi navê Îsmet Alkan a ku bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Narlidereyê hat veşartin. Zekiye Alkan di Newroza 1990'î de li Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir. Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan roja yekşemê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîma cenazeyê ya li Cemeviya Narlidereyê Îsmetê li Goristana Narlidereyê bi kulîlkan hat oxirkirin. Malbata Îsmetê, aktivîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (HEDEP), rêxistinên civakî û sîvîl û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. 
 
Piştî merasîma veşartinê li cemevî xwarin hat dayin û şîn hat danîn. Wê şîn di roja sêyemîn a merasîma cenaze de li mala malbatê ya Guzelbahçe dewam bike.