Di şerê Îsrail-Filistinê de 4 hezar û 208 kes mirin

  • 13:56 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêjmara kesên ku di şerê Îsrail-Filistinê de jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 208. Wezareta tendirûstiya Xeza diyarkirin ew bi fikar in ku nexweşiya şewbê ya weke kolera belav bibe.
 
Piştî êrîşên ku Hemasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsrailê bi navê ‘Tofana Eqsayê’ da destpêkirin, bombardûmana Îsrailê li dijî Xeza berdewam dike. Di encama êrîşa hewayî ya ku herêma Han Yunus kirin hedef de, hêjmarek zêde ya birîndaran birin Kompleksa Tibê ya Nasi ya li Xezayê. Ji beşên navend yê Xeza qampên koçberana  Nusayrat û Şati şevê bi balefirên şer ên Îsrailê hate bombabarankirin.
 
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA; Îsraîl bi şev jî bi balafirên şer, keştî û topan êrişên xwe yên li ser Şerîda Gazzeyê berdewam kir. Di encama êrîşa li dijî malekê li herêma Deyr el-Belah a li herêmên naverasta Xezayê de zarok jî di nav de 7 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser herêma Refahê ya li başûrê Xezayê de kuştî û birîndar hene. Li Taxa Rimêlê ??ya li rojavayê bajêr di encama bomberdûmana malekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Hêjmara miriyan zêde dibe
 
Li Şeriaya Rijava hêjmara Filistiniyên ku di encama êrîşên leşkerê ên Îsrailê de ji 7’ê Cotmehê heta niha jiyana xwe ji dest dayîn giha 60’an. Di êrîşîn Îsrailê de heta niha 2 hezar û 808 Filistinî jiyana xwe ji dest dan, 10 hezar û 850 birindar bûn. Di êrîşa Xeza li beramebrî Îsrailê hezar û 400 Îsrailî jiyana xwe ji dest dan.
 
UNICEF: Zarokên Xeza naçar dimînin ava qirêj bikar bînin
 
Li Xeza ku ambargoya Îsrailê berdewam dike, ji 7’ê Cotmehê heta niha sotemenî, xwarin û av tu madeyên pêwîstiyên jiyanî nakeve bajar. Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û diyarkir ku li Şerîda Xeza av xilas dibe malbat û zarok neçar dimînin ava qirêj a di çalan de bi kar bînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo em bikaribin alîkariyê bê astengî bi şînin ji malabat û zarokên Xeza re pêwîstî bi agirbesta mirovî heye.”
 
'Em ji ber belavbûna nexweşiyên epîdemîk bi fikar in'
 
Midûrê Têkoşîna Li Dijî Nexweşiyên Epidemîk ên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Ramî el-Abadile diyar kir ku ji ber pevçûnan ew ji ber belavbûna nexweşiyên epîdemîk bi fikar in. Ramî el-Abadile destnîşan kir ku rêjeya qirêjiya ava ku şêniyên Xezayê bi kar tînin pir zêde ye û bi bîr xist ku beriya êrîşên Îsraîlê ev ava paqij bûye û got, "Ji ber qutbûna ceyranê, ava ku ji bîran tê wek qirêj tê belavkirin. Ji ber bikaranîna ava qirêj ji bo hefteyekê bûyerên îshalê di nav zarokan de dest pê kirine zêde dibin."
 
Serokên Yekîtiya Ewropayê dê civîneke awarte li dar bixin
 
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ji bo geşedanên li Filistînê banga civîneke online ya li ser înternetê kir. Di bangewaziyê de bal hate kişandin ser girîngiya parastina sivîlan di çarçoveya Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî de û pêşniyara çareseriya du dewletî hate dubarekirin. Her wiha hat diyarkirin ku ew amade ne ku li Xezeyê piştgiriyê bidin sivîlên ku hewcedarê alîkariyê ne. Lîder wê îro saet 18.00’an bi dema Tirkiyeyê bi rêya vîdeo konferansê bicivin. 
 
Hamas: Hêjmara kesên dîlgirtî 200-300 e
 
Berdevkê Tugaya Îzzeddin el-Kassam ya çengê leşkeri a Hemasê Ebu Ubeyde di malepera înternetê ya Hamasê di demene ku belav kirî de diyar kir ku di destê wan de 200-250 dîlgirtî hene. Ebu Ubyd da zanîn ku ji vana 200 di destê Tugaya Kassam de ye, ên din jî di destên komên din ên Filistinê de ne.
 
Berdevk Ebu Ubeyde wiha got: “Di êrîşa Îsrailê de di nava kesên hatin dîlgirtin de komek hemwelatiyên welatên biyanî hene, ew mêhvanên me ne, em hewl didin wan biparêzin û di demek guncav de em ê berdin. Di êrîşa Îsrailê yê li dijî Xezayê de 22 dîgirtî jiyana xwe ji dest dane, di êrîşan de dîlgirtiyê herî dawî jiyana xwe ji dest dayî hunermendê Tel Aviv Guy Olives e.”