Jinên Belûcistanê daxwaza azadiya Werîşe Mûradî kirin

  • 10:45 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Belucistanê ji bo endama KJAR'ê Werîşe Mûradî ya di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin banga azadiyê kir.
 
Di 1’ê Tebaxê de endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin. Ji wê rojê ve agahî ji Werîşe Mûradî nayê girtin. Tevgera Jinên Belûcistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
 
Tevgera Jinên Belûcistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku weke beşek ji tevgera azadîxwazên gelê Belûcistanê, erkê wan ê têkoşîna dijî zordarî û çewisandinê ye û wiha hate gotin; "Di heman demê de em dilsoz û piştevanên xwişkên Kurd, çalakvanên mafên jinan, hemû kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşînin. Em revandina endama KJAR’ê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.
 
Hat zanîn ku di dema revandinê de êşkence û helwestek xirab li beramberî Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye. Em banga azadkirina çalakvana kurd dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadiya endama KJAR’ê bikevin nava hewldanan."