'Hêzê ji kincên xwe yên leşkerî digirin'

  • 09:03 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Siyasetmedaran têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê li hemberî jinan bi taybet li bajarên Kurdistanê pêş, diyar kirin ku kiryar hêzê ji kincên xwe yên leşkerî digirin û diyar kirin ku rê li ber van sûcan bê ceza tên tên hiştin hatiye vekirin.
 
Li navçeya Rêya Armûşê (Îpekyolu) ya Wanê piştî di 1'ê Cotmehê de 6 çawîşên pispor ên ku çûn xwaringehekê piştî ku tevlihevî derxistin ji xwaringehê hatin derxistin û li kolanê 2 jin tacîz kirin piştî wê bûyereke din bi vî rengî qewimî. Lê heman navêeyê vê carê jî 4 çawîşên pispor di 5'ê Cotmehê de 2 jinên li kafeyekê rûniştibûn tacîz kirin. Jinên siyastmedar yên Amedê êrîşên bi şêweyên tacîz, destavêtin û qetilkirina li bajarên Kurdistanê nirxandin.
 
'Hiqûq hatiye asta tunekirinê'
 
Hevşaredara Sûrê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku kiryarên tacîzê yên li Wanê tacîz kirin hêzê ji kincên xwe yên leşkerî digirin û dizanin ku sîstem li pişt wan e.  Fîlîzê bal kişande ser vê yekê ku qanûn hatiye asta tnebûnê û tekez kir ku sîstema sepandina qanûnê û rejîmê vê yekê ji mafê xwe di çarçoveya siyaset û hincetên curbicur de dibîne û diyar kir ku li pişt vê yekê siyaseta bêcezakirinê heye. Fîlîzê anî ziman ku divê li ku derê cîhanê dibe bila bibe tacîz, destavêtin û tundiya li ser jinê ji holê bê rakirin û wiha got: “Tevî ku divê dawî li tacîz, tecawiz û şîdetê bê, berovajî wê zêde dibin.  Ev jî nîşaneya polîtîkayên bêcezakirinê ye.  Ev yek bi xwe re dawî li dawî li dolsoziy jinê û dest ji siyaset, civak û jiyana berdanê tîne."
 
Fîlîzê destnîşan kir ku ev êrîş polîtîkayên şer ên taybet ên hikûmetê yên li Kurdistanê ne û diyar kir ku weke tevgera jinan ew ê bi tu awayî li hemberî van sûcan tehemûl nekin û li dijî van sûcan tevna têkoşînê berfireh bikin. 
 
'Bi salane şîdeta li ser jinên Kurd didome'
 
Berdevka Partiya Çep a Kesk ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî diyar kir ku bi salan e tundî li ser jinên Kurd bi taybetî li Kurdistanê tê meşandin. Pinarê, bal kişand ku bêcezakirina kiryaran rê li ber sûcên di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan de vedike, anî ziman ku bi taybetî hedefgirtina jinên Kurd konseptek şer e. Pinarê, destnîşan kir ku dewlet dixwaze jinên kurd ji hişmendî, helwest û berxwedanê bê par bihêl û ji cewherê wan dûr bixe û got, "Divê jin nekevin xefika polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, taktîkên ku bi kar tînin. di konsepta şer de NE û divê em hişyar bin."