ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 17 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku xebatên hilbijartinên herêmî ji niha ve dest pê kirine, li bajarên Kurdistanê ku qeyûm lê hatine tayînkirin dê di pêşengiya jinan de bixebitin û got, "Herî zêde jin hêviyê ddin û em ê erka xwe ya mezinkirina vê hêviyê bi cih bînin."DÎMEN HEYE
 
* Ciwanên beşdarî kongreya Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku di pêvajoya nû de mijara sereke ya ku divê li ser bê sekinandin têkbirîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û bi gotina "Partiya me pêşeroja me ye. Nasname û hebûna me ye" banga têkoşînê kirin. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedaran têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê li hemberî jinan bi taybet li bajarên Kurdistanê pêş, diyar kirin ku kiryar hêzê ji kincên xwe yên leşkerî digirin û diyar kirin ku rê li ber van sûcan bê ceza tên tên hiştin hatiye vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, anîn ziman dema mijar êrişên li ser kurdan be wê demê cîhan vê yekê ji nedîtî ve tê û gotin:"Her kesên xwedî wijdan divê li dijî êrişan derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Di dema ku em ji bo amadekariyên zivistanê  ber bi dawiyê ve diçin, gundiyên Karakoyunê amadekariya hilanîan mahsera dikin. Gundî tiriyên ku kom dikin ji bo çêkirina bastîq û beniyan amade dikin. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî têkildarî salvegera Reqayê da zanîn bi pêşengiya jinan Reqa hat rizgarkirin û got:"Reqa ji bo çeteyên DAÎŞ'ê wekî paytextekê bû, xwe li wir bi rêxistin kiribûn. Têkçûyina çeteyan a li Reqayê ji bo wan bû darbeyek. Li dijî êrişan, divê gel piştgiriyê bide hêzên azadiyê. Ji bo em van êrişana vala derxin pêdivî ji piştevaniyê û yekîtiyê heye." DÎMEN HEYE