Kongra Star beşdarî pêngava 'Ji Ocalan re azadî' bû

  • 13:28 16 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarbûna xwe ji pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê ragihand.
 
Pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" a ku di 10 Cotmehê de li ser asta cîhanî hatibû destpêkirin, dewam dike. Îro li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo û bi amadebûna bi dehan ji endamên tevger û rêxistinên jinan, Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand. Daxuyanya ku  ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: 
 
“Ji 10 Cotmehê ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ kampanyayek hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk kampanyayek dest pê kir vê kampanyayê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de destpêkirin û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye.
 
Em jî weke Rêxistina Kongra Star tevlî vê kampanyayê dibin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya çaresekirina siyasî ya doza kurd di herêmê de dengê xwe ji qadên şoreşa jin bilind dikin. Ev 25 sal in li zindana Îmraliyê, kiryarên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser tu girtiyî nehatine sepandin, li dijî Rêberê Apo tên kirin. Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirk ferz kiriye bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pêre hevdîtin bikin, ev hemû binpêkirinên zagonên mafên mirovan in.
 
Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryayê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombebaran kirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li tevahî cihê binesaziyan, dibistan, mizgefta Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombebaran kirin û jin û zarok birîndar bûn. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin.
 
Em weke rêxistina Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinên azadîxwaz ên  siyasetmedar, bigrin, akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku cihê xwe di pêngavê de bigirin û dakevin qadên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna û azadiyê bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.