Daxwaza berdana Derya Ren hat redkirin

  • 09:02 16 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Nûçegîhana me Derya Ren ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye, ji bo berdana bi kontrol serlêdan kiribû û ji aliyê dadgeriyê ve hat redkirin. Yek ji hinceta redkirina dadgeriyê  wek ‘Bi daxwaza xwe li qawîşên girtiyên endamên rêxistinê yên aktîf  dimîne’ hat nîşandan.
 
Nûçegîhana me Derya Ren li Amedê di 25’ê Mijdara 2022’an de di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere bû de di serdegirtina malan de ji dosyayek cuda bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye hatibû binçavkirin û girtin.  6’emîn Dadgeha Ceza Giran a rihayê bi sûcdariya ‘bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê’ 3 sal û 13 meh û 15 roj ceza li Deryayê birîbû. Piştî ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin Derya hat girtin. Deryayê ji bo berdana bi kontrol di 31’ê Tebaxê de daxwazname şand ji Yekemîn Dergeriya Înfazê ya Amedê re. Lê dadgeriyê bi hincetên absurt daxwaz red kir.
 
 Hinceta redkirinê
 
Dadgeriyê hinceta redkirinê ya daxwaznameya Deryayê wiha vegot. “Dosya UYAP ya girtiyê hatiye lêkolînkirin û di dosyayê de sûcê ‘bi zanebûn û bi daxwaz piştgirî daye rêxistinê’ kiriye. Ji vî sûcî jî hatiye girtin…Girtî ji bo derkeve kontrolê divê ji rêxistinê veqetiya be û ji saziya me ya înfazê re ragîhandiba. Lê girtî bi daxwaza xwe li odeya endamên rêxistinê yên PKK’ê maye. Hatiye fêmkirin ku daxwaza wê ya ji bo ji rêxistina terorê veqete tune ye. Ji ber vê girtî  ji înfaza bi  tedbîra berdana bi kontrol fêdeyê nikare bigire û  daxwaz jî di vê astê de hatiye redkirin.”