Li Nîceyê êrîş û komplo hat protestokirin

  • 21:24 15 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya protestokirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li bajarê Nîce mîtîng û meş hate lidarxistin.
 
Kurdistaniyên  li bajarê Nîce ya Fransayê li hev civiyan, ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîng û meş lidarxistin.
 
Çalakî, di saet 13:00’an de li ber Gare de Nîce destpê kir. Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk beşdar silav kirin. Hevserokan diyar kirin ku li hemberî êrîşên qirkirinê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdên  li Ewropayê û got: “Divê em di vê pêvajoyê de rola pêşengiyê bigirin ser xwe û li dora Rêber Apo, gerîla û berxwedana Rojava yek bibin. Gelê me bi îdeolojiya Rêber Apo zana bû. Niha li Ewropya û çar parçeyên Kurdistanê berxwedan hatiye esas girtin. Em ê vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo.”
 
Piştî axaftinan ber bi Place Masena ku li navenda Nîceyê ye, meşiyan. Li pêşiya meşê pankarta ku bi gelek zimanan azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dike û li ser wêneyê Abdullah Ocalan hebû, hate hilgirtin.
 
Girseyê bi zimanê Fransî dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana Rojava berz kirin.